کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Welîd Faris / Wêne: AP

Welîd Faris / Wêne: AP

Cîhan

Metirsiya bidawîhatina agirbestê: Serdana JD Vance a Pakistanê hat bipaşxistin

RÛDAW

RÛDAW

21-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW21-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serdana krîtîk a Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance a Pakistanê ya ji bo dan û standinên Îran û Amerîkayê di xuleka dawî de hat bipaşxistin.

Di heman demê de bêdengiya Îranê ya li ser rûniştina li ser maseyê didome.

Di demekê de ku ji bo bidawîhatina agirbesta du hefteyî tenê çend saet mane, nebawerî û nezelaliya di navbera aliyan de bandoreke neyînî li ser hewlên dîplomatîk dike.

Rayedarên Koşka Spî ragihand ku serdana JD Vance a Îslamabadê ya ku biryar bû vê sibehê zû dest pê bike hat bipaşxistin.

Rayedarekî bilind ê ku nexwest navê wî were eşkerekirin diyar kir ku biryar hat dayîn ku Cîgirê Serok li Washingtonê bimîne û beşdarî hinek civînên polîtîk ên li Koşka Spî bibe.

Vê bipaşxistinê dilgiraniyên li ser pêvajoya dan û standinan û îhtimala lihevhatina aliyan zêdetir kirin.

Pakistan li benda bersiva Îranê ye

Hikûmeta Pakistanê ya ku ragihandibû ew amade ye mazûvaniya gera duyem a dan û standinan bike, li benda pejirandina fermî ya Tehranê ye.

Birêvebiriya Îranê hîn ti piştrastkirinên eşkere nedane ku dê şandeyekê bişîne dan û standinên li Îslamabadê yan na.

Wezîrê Agahdariyê yê Pakistanê Ataullah Tarar bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.

Tarar destnîşan kir ku berî bidawîhatina dema agirbestê biryara Îranê ji bo paşeroja pêvajoyê "krîtîk" e.

Eger peymaneke mayînde nebe dibe ku agirbest biqede

Di demekê de ku trafîka dîplomatîk gihîştiye xala xitimandinê, aloziya di navbera Washington û Tehranê de di daxuyaniyan de jî diyar dibe.

Birêvebiriya Tehranê gefên leşkerî yên Amerîkayê bi tundî şermezar kir.

Serokê Amerîkayê Donald Trump jî sînyal da ku heta peymaneke mayînde û demdirêj neyê ser maseyê ew naxwaze agirbesta demkî dirêj bike.

Pirsên