Spanya û Danîmarka: Divê Tengava Hurmizê were vekirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Wezîrên Karên Derve yên Spanya û Danîmarkayê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Wezîrên Karên Derve yên Spanya û Danîmarkayê / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Yekîtiya Ewropayê Spanya Danîmarka Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrên Karên Derve yên Spanya û Danîmarkayê di daxuyaniyeke taybet a ji bo Rûdawê de behsa hevahengiya welatên xwe ya li gel Amerîkayê kir.

Mijarên sereke dosyeya nukleerî ya Îranê û azadiya geştyariya deryayî ya li Tengava Hurmizê bûn.

Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê Jose Manuel Albares bersiva pirsên nûçegihanê Tora Medyayî ya Rûdawê Zinar Şîno û got:

"Ji bo min mijar gelekî eşkere ye; nabe ku Îran bibe xwedî bombeya nukleerî."

Jose Manuel Albares destnîşan kir ku pêdivî ye Tehran êrişên xwe yên "bêhincet" ên li welatên herêmê rawestîne.

Wezîrê Karên Derve yê Spanyayê li ser Tengava Hurmizê jî peyivî û anî ziman:

"Divê Tengava Hurmiz bi awayekî azad û parastî were vekirin, bêyî ku di paşerojê de bac were sepandin."

Her wiha wî got ku Spanyayê ji ber binpêkirinên mafên mirovan, dengê xwe ji bo cezayên li ser Îranê daye.

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen jî bal kişand li ser girîngiya aborî ya rêyên avê û ji Zinar Şîno re ragihand:

"Mafê çûn û hatina azad a li rêyên deryayî yên navneteweyî gelekî girîng e û hemû aboriya cîhanê pişta xwe dispêre wê."

Rasmussen diyar kir ku Danîmarka wekî welatekî ku di warê geştyariya deryayî de xurt e, daxwaza aramkirina bilez a rewşê û vekirina Tengava Hurmizê dike.

Wezîrê Karên Derve yê Danîmarkayê hêvî kir ku gera duyem a dan û standinan li Îslamabadê were kirin û agirbesta 14 rojî were dirêjkirin da ku rê li ber zêdebûna aloziyan were girtin.

Washington tekez dike ku divê Îran hemû uranyuma xwe ya dewlemendkirî radest bike û Tengava Hurmizê bêmerc vebike.

Heta niha ne diyar e ka gera duyem a dan û standinan dê were kirin yan na.

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Wezîrên Karên Derve yên Spanya û Danîmarkayê re:

Rûdaw: Pirsek li ser bernameya nukleerî ya Îranê ya di vê qonaxê de. Gelo nêrîna we û ya Amerîkayê ya li ser uranyuma dewlemendkirî û bernameya nukleerî ya Îranê yek e?

Jose Manuel Albares: Ji bo min mijar gelekî eşkere ye. Nabe ku Îran bibe xwedî bombeya nukleerî. Pêdivî ye dan û standin li ser dosyeya nukleerî ya Îranê werin kirin. Helwesta min a li ser Îranê gelekî eşkere ye. Divê Îran van êrişên xwe yên bêhincet ên li ser hemû welatên Rojhilata Navîn rawestîne. Hurmiz divê were vekirin, bi awayekî azad û parastî bêyî ku di paşerojê de ti bac li ser kesî were sepandin. Her wiha em li Spanyayê hemû binpêkirinên li dijî mafên mirovan şermezar dikin, lewma me dengê xwe da cezayên li ser Îranê.

Rûdaw: Tengava Hurmizê, bernameya nukleerî û uranyuma dewlemendkirî mijarên sereke yên dan û standinên Amerîka û Îranê ne. Gelo divê Yekîtiya Ewropayê li gel Amerîkayê hevnêrîn be ku Tengava Hurmizê azad û bêbac bimîne, her wiha uranyuma dewlemendkirî ji Îranê were derxistin?

Lars Lokke Rasmussen: Mafê çûn û hatina azad a li rêyên deryayî yên navneteweyî gelekî girîng e. Hemû aboriya cîhanê jî pişta xwe dispêre wê. Danîmarka welatekî biçûk e lê çûn û hatineke wê ya mezin a deryayî heye. Lewma em daxwaza aramkirina rewşê û vekirina Tengava Hurmizê dikin. Ez gelekî hêvîdar im ku îro li Îslamabadê dan û standin werin kirin. Ez jê piştrast nînim lê hêvî dikim dan û standin werin kirin û agirbest were dirêjkirin. Her kes hevnêrîn e ku divê mafê çûn û hatina azad a di Tengava Hurmizê de were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst