Nûnerê Îranê yê NYyê ji Rûdawê re got: Heta dorpêça deryayî ranebe em dan û standinan nakin

59 xulek berê
RÛDAW
Emîr Seîd Îrewanî / Wêne: Rûdaw
Emîr Seîd Îrewanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Îran Amerîka Pakistan Agirbest
A+ A-

New York (Rûdaw) - Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrewanî di daxuyaniyeke taybet a ji Rûdawê re de ragihand ku rakirina dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê, şertê sereke yê Tehranê ye ji bo destpêkirina gera nû ya dan û standinên li Pakistanê.

Dema nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdulah jê pirsî, "Nexwe heta dorpêç ranebe, dan û standin nayên kirin?" Îrewanî got, "Belê."

Nûnerê Îranê her wiha di bersiva pirseke din a Rûdawê ya li ser asta geşbîniya wî ya ji bo gihîştina encamekê de got:

"Divê em derfetê bidinê. Hêviya me heye. Wekî dîplomat, em her tim bi hêvî ne."

Îrewanî dorpêça deryayî ya Amerîkayê wekî "binpêkirineke eşkere ya agirbestê" bi nav kir û got ku Tehranê peyam gihandiye Washingtonê ku divê ew dorpêç were şikandin û anî ziman:

“Hinek nîşan gihîştine destê me ku ew (Amerîkayî) ji bo rakirina dorpêçê amade ne.

Her dema ku ev yek pêk hat, bi baweriya min gera bê ya dan û standinan dê li Îslamabadê bi rê ve biçe."

Îran ji bo şer jî amade ye

Emîr Seîd Îrewanî li ser îhtimala destpêkirina ducare ya operasyonên leşkerî da zanîn:

"Ew bi wan ve girêdayî ye. Me dest bi êrişên leşkerî nekiriye, wan li dijî me şer da destpêkirin.

Eger ew bixwazin li ser maseya dan û standinan çareseriyeke siyasî peyda bikin, em amade ne.

Ji bo ketina nav şer jî Îran amade ye lê em pêşwaziya vê nakin."

Îrewanî diyar kir ku yek ji şertên sereke yên Tehranê ji bo agirbestê ew bû ku divê agirbest hemû herêmê û heta Libnanê jî li xwe bigire.

Di bersiva pirsekê de ku gelo Îran dê Kendava Edenê wekî karteke zextê bi kar bîne (wekî Tengava Hurmizê), wî got ku ti agahî li ser vê mijarê nînin.

Serdana JD Vance hat bipaşxistin

Ev daxuyaniyên Îrewanî di demekê de ne ku biryar bû Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance ji bo gera duyem a dan û standinan biçe Pakistanê lê serdana wî hat bipaşxistin.

Niha cîhan li benda saetên dawî yên agirbesta 14 rojî ye da ku zanibe ka Amerîka dê dorpêça deryayî sivik bike yan dê şer li herêmê dest pê bike.

Hevpeyvîna Nûnerê Komara Îslamî ya Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Îrewanî ya li gel nûçegihanan:

Pirs: Cenabê Balyoz, tu li ser dan û standinan û dirêjkirina agirbestê çi dibihîzî?

Îrewanî: Dorpêça Amerîkayê binpêkirina agirbestê ye û me ji wan re gotiye ku pêdivî ye ew wê dorpêçê rakin. Hinek nîşan gihîştine destê me ku ew ji bo rakirina wê amade ne. Her ku wan ew dorpêç şikand, bi baweriya min gera bê ya dan û standinan dê li Îslamabadê bi rê ve biçe.

Rûdaw: Nexwe heta dorpêç ranebe, dan û standin nayên kirin?

Îrewanî: Belê.

Pirs: Balyoz JD Vance geşta xwe ya Îslamabadê rawestand. Gelo ev tê wê wateyê ku dan û standin nayên kirin?

Îrewanî: Ez jê piştrast nînim. Agahiyên min nînin lê me gotiye ku ew şertek e. Pêşî divê ew dawî li dorpêçê bînin û piştî wê gera bê ya dan û standinan dê bi rê ve biçe.

Pirs: Nexwe tu bawer dikî ku operasyonên leşkerî dê heta wê demê di vê rewşa rawestandî de bimînin? Tu li benda çi yî?

Îrewanî: Ew bi wan ve girêdayî ye. Me dest bi êrişên leşkerî nekiriye. Wan li dijî me şer da destpêkirin, em amade ne. Eger bixwazin li ser maseya dan û standinan rûnên, nîqaş bikin û çareseriyeke siyasî peyda bikin, em dê amade bin. Ji bo ketina nav şer jî, ji wî alî ve jî Îran amade ye lê em pêşwaziya vê nakin.

Pirs: Em destpêkirin û zêdebûna aloziyan a li Libnanê dibînin. Nêrîna te li ser rewşa Libnanê çi ye?

Îrewanî: Ew yek ji wan şertên me bû ku me danîbûn; divê agirbest hemû herêmê li xwe bigire, heta Libnanê jî li xwe bigire.

Pirs: Cenabê Balyoz, li ser Kendava Edenê; eger dan û standinên aştiyê bi ser nekevin, gelo Îran dikare Kendava Edenê wekî zext bi kar bîne, wekî çawa Tengava Hurmizê tê bikaranîn?

Îrewanî: Ti agahiyên min li ser vê nînin.

Rûdaw: Tu çi qasî bi hêvî yî ku eger vê hefteyê dan û standin werin kirin dê encamek hebe?

Îrewanî: Divê em derfetekê bidinê. Hêviya me heye. Wekî dîplomatekî, em her tim bi hêvî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst