Navenda Nûçeyan – Medya Amerîkayê radigihîne, ku serokê vî welatî Donald Trump biryar daye bernameya ajansa istîxbaratê CIA yê ya derbarê biçekkirin û perwerdekirina hinek grûbên dijbereya Sûriyê dawî bike. Berpirsên amerîkî jî dibêjin, ev biryara Trump, nîşan dide ku ew dixwaze di krîza Sûriyê de, bi Rûsiyayê re kar bike.
Roja Pêncşemê 20-07-2017, çavakaniyeke agahdar ji Koşka Spî ji medyaya Amerîkayê re ragihand, ku Sêrokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye, bernameya Ajansa Navendî ya Îstixbaratê (CIA) ya derbarê perwerdekirin û pirçekkirina dijbereya Sûriyê de bidawî bike.
Bernameya perwerdekirin û pirçekkirina hêzên dijbereya Sûriyê, ji aliyê CIA ve, di sala 2013ê de hatibû ragihandin. Lê bi dirêjahiya şerê navxwe yê Sûriyê ve, vê bernameyê serkeftin bidest nexist.
Li gorî wê çavkaniyê Donald Trump, ev biryar piştî hevdîtina xwe ya ligel Serokê CIAyê Mayk Pompeo û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Herbert McMaster daye.
Di heman demê de wê çavkaniyê diyar kir, bernameya Pentagonê ya derbarê amadekirina hêzên Sûriyeyî yên ji bo şerê li dijî grûbên terorîst li Sûriyê wê berdewam bike. Herwiha amaje bi wê yekê da ku nayê payîn ku Trump, ev biryar di hevdîtina ligel serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de gotûbêj kiribe. Lê her ev biryara Trump dikeve xizmeta Rûsyayê.
Pisporê Rojhilata Navîn li Enstîtuya Washingtonê Charles Lister, li ser biryara Donald Trump diyar kir, ku Amerîka ketiye “xefka Rûsyayê” û plana Pûtîn li Sûriyê biser ketiye.
Li ser heman mijarê serokê Navenda Lêkolînên Avrasyayê li bajarê Moskowê, Vladimir Anatolievîç Lepexîn, ji Rûdawê re ragihand, ku ev yek nayê wê wateyê ku Amerîka dê biryara xwe bicih bîne, ji ber ku navendên biryarê li Amerîka gelek in.
Vladimir Anatolievîç Lepexîn got: “Daxuyaniyên li Amerîka têne dan nayên wê wateyê ku wan dest ji siyaseta xwe berdaye. Ji bo çi wan bernameya xwe ya başûrê Sûriyê rawestandin? Ji ber ku wê bernameyê ti sûd nedaye Amerîkayê. Artêşa Sûriyê bi alîkariya Rûsyayê, karî li dijbereya Sûriyê bide. Ya duyemîn, ne di berjewendiya Amerîka ye du bereyan çi li başûr yan jî li bakûr avabike. Niha Amerîka giraniya xwe êdî daye ser kurdên li bakûrê Sûriyê. Nabe mirov ji sedî sed baweriyê bi siyaseta Amerîkayê bîne. Ji ber ku li Amerîkayê gelek navend hene ku tê de biryar têne dan.”
Çavakniyeke din ji Koşka Sipî eşkere kir, ku ji bo ku ew biryar têkeve warê cîhbicîkirinê, herî kêm çend meh pêwîst in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse