Danimarkayê derbarê şervana kurd de biryar da

21-12-2016
RÛDAW
Nîşan Ciwan Palanî Danimarka Dadgeh
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Şervana kurd a hemwelatiyê Danîmarkayê Ciwan Palanî, ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê tevlî hêzên Kurdî bûye û şerê rêxistina DAIŞê kiriye bi cezayê girtîgehê re rûbirû ma.

 

Dadgeha Dainmarkayê, Ciwan Palanî ji ber ku qanûna şervanên biyanî îhlal kir û li Iraq û Sûriyê li hemberî rêxistina DAIŞê şer kiriye, biyara dirêjkirina girtina heta meha Çileya 2017an da.


Ciwan Palanî ji bo ku tevlî hêzên kurdî bibe û şerê DAIŞê bike di sala 2014an de tê Başûrê Kurdistanê û piştre derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Ciwan di nav refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de 6 mehan şerê DAIŞê dike û piştre dîsa vedigere Başûrê Kurdistanê.

Li Başûrê Kurdistanê jî Palanî tevlî Hêzên Pêşmegeyên Kurdistanê dibe û piştî 6 mehan bi demkî destûrê distine vedigere Danimarkayê.



Palanî dema ji bo dîtina malbata xwe vegeriya Danîmarkayê polîsan dest danî ser pasaporta wê û derketina derveyê welat lê qedexe dikin.


 

Lê Ciwan Palanî piştî 6 mehan diçe Qatara û ji bo îhlalkirina derketina derve dibe ku dadgeha Danimarkayê  6 meh cezayê girtîgehê bide wê.

 

 

Li Danimarkayê di sala 2015an de ji bo “şervanên biyanî” yasayeke nû derketibû. Li gorî wê yasayê polîs dikarin dest danin li ser kesên ku li Iraq û Sûriyê tevlî şerî bibin.



Parêzerê Palanî Erbil Kaya di axaftina xwe de got: "Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê dema vedigerin Danîmarkayê wan dişînin rehabîlîtasyonê, lê di derheqê muwekila min de lêpirsîn hat vekirin û ev dubendî ye.”


Palanî keça malbateke Rojhilatê Kurdistanê ye li kampa penaber a Rumadiyê hatibû dine û 20 sal berê bi malbata xwe re koçî Danîmarkayê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst