Rêveberiya Xweser derbarê girtiyên DAIŞî de biryareke nû da

10-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê DAIŞ Dadgeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku wan biryar daye ku çekdarên DAIŞê yên di girtîgehên di bin kontrola wan de ne bidarizîne û diyar dike ku bo darizandina DAIŞiyan divê dageheke navneteweyî jî were avakirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê têkildarî biryar derbarê çekdarên DAIŞê de daya daxuyaniyek da û tê de dibêje ew dê endamên DAIŞê bînin pêş dadgehê.

Di daxuyaniya xwe de Rêveberiya Xweser diyar dike ku Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ber çavên hemû cîhanê li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyê şerê DAIŞê kir û dibêje: “Rêxistinê gelek sûcên mezin û komkujî li dijî şêniyên herêmê pêk anî. Hin ji wan gihaştin asta sûcên şer, kuştina mirovahiyê û bi hezaran windahî çêbûn.”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku ew dê endamên DAIŞê bînin “pêş dadgehên eşkere û dadmend û li gorî yasayên navdewletî û xwecihî wan dadgeh bikin.”

Rêveberiya Xweser tekez kiriye ku ew daxwaza dadgeheke navdewletî dikin ji bo dadgehkirina endamên DAIŞê, ku dadgeheke taybet bi dosyeya DAIŞê jî bê dirustkirin.

Ji bo vê yekê jî, Rêveberiya Xweser banga xwe arasteyî Civaka Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navdewletî kir, da ku di dadgehkirina endamên DAIŞê de bi wan re alîkar bin.

Rêveberiya Xweser nîşan bi wê yekê jî daye ku, DAIŞî ji bêhtirî 60 welatan çûnê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê û dibêje: “HSDê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî şerê DAIŞê kir û 15 hezar şehîd û 25 hezar birîndarên me di şerê DAIŞê de hebûn.”

Di heman çarçoveyê de diyar dike ku, li Baxozê bêhtirî 10 hezar çekdarên DAIŞê li ser destê hêzên Rêvebeirya Xweser hatine girtin, ku bêhtirî 10 hezar çekdaran ji wan li girtîgehên Rêvebeirya Xweser in, û bi dehên hezaran endamên malbatên DAIŞiyan li kampan jî hene.

Rêveberiya Xweser, di daxuyaiya xwe de, ragihandiye ku, Civaka Navdewletî dadgeheke taybet bi DAIŞê dirust nekir û dewletan jî DAIŞiyên xwe ji cem Rêvebeiyra Xwser wernegirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst