G7: Em êrişên li Herêma Kurdistanê şermezar dikin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan G7 Îran Herêma Kurdistanê Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên G7 (Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya, Kanada û Japonya) û Yekîtiya Ewropayê (YE) daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Wan bi vê daxuyaniyê êrişên Îran û hêzên wekîl ên bi ser wê ve yên li welatên herêmê bi tundî şermezar kirin.

Welatan di daxuyaniyê de, bi taybetî bal kişand ser êrişên li dijî nûnertiyên dîplomatîk û jêrxana enerjiyê yên li Herêma Kurdistanê.

Wezîrên karên derve yên welatên G7 û Nûnerê Bilind ê YEyê, di daxuyaniya xwe ya hevpar de eşkere kir ku ew bi temamî piştgiriyê didin hevalbendên xwe yên li hemberî çalakiyên leşkerî yên "bêperwa" yên rejîma Îranê.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrişên Îranê rasterast gefê li ewlehiya herêmî û cîhanî dixwin û daxwaz hat kirin ku hemû operasyon "yekser û bê merc" werin rawestandin.

"Em armancgirtina dezgehên li Herêma Kurdistanê şermezar dikin"

Yek ji xalên herî balkêş ên daxuyaniyê, li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bû.

Wezîrên G7ê li ser çalakiyên Îran û komên milîs ên bi ser wê ve yên li Îraqê got:

"Em êrişên bêşerm ên Îranê û milîsên di bin kontrola wê de yên li Îraqê şermezar dikin.

Ev êriş li dijî dezgehên dîplomatîk û jêrxana enerjiyê û bi taybetî jî li Herêma Kurdistana Îraqê ne.

Her wiha ev êrişên li ser hêzên Amerîkayê, hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya Dijî DAIŞê û gelê Îraqê nayên qebûlkirin."

Ji bo 8 welatan peyama piştgiriyê

G7ê diyar kir ku ew bi Behrêyn, Kuweyt, Uman, Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat, Urdin û Îraqê re di nava piştgiriyeke temam de ne ku Îranê bi dron û mûşekên balîstîk ew kirine armanc.

Di daxuyaniyê de amaje bi biryarnameya hejmar 2817an a Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin.

Hat destnîşankirin ku mafê "xweparastina rewa" yê van welatan heye da ku ax û welatiyên xwe biparêzin.

"Divê Tengava Hurmizê û bazarên enerjiyê werin parastin"

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku ewlehiya çûn û hatinê ya li ser rêyên avî yên krîtîk, bi taybetî jî Tengava Hurmizê, xwedî girîngiyeke jiyanî ye.

Hat diyarkirin ku dê ji bo parastina zincîreyên dabînkirinê û aramkirina bazarên enerjiyê hemû tedbîrên pêwîst werin wergirtin.

Di vê çarçoveyê de piştgiriya ji bo biryara Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) ya 11ê Adarê hat ducarekirin.

Ew biryar li ser derxistina yedekên petrolê yên stratejîk a bo bazaran bû.

Ji bo Îranê 4 mercên bingehîn

Welatên G7ê daxwazên xwe yên ji birêvebiriya Tehranê re jî rêz kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Îran ti carî nebe xwediyê çekên nukleerî û hat diyarkirin ku divê bernameya mûşekên balîstîk jî yekser were rawestandin.

Her wiha ji Îranê hat xwestin ku "dawî li çalakiyên xwe yên têkder ên li herêmê û seranserê cîhanê bîne."

Di heman demê de bangî Îranê hat kirin ku dawî li polîtîkayên tundî û zextê yên li hemberî gelê Îranê bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst