Axios: Trump ji bo dan û standinan 3 yan 5 rojan dem da Îranê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Doanld Trump Amerîka Îran Dan û Standin Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malpera Axiosê ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê dê demeke kurt bide aliyên li Îranê da ku li ser pêşniyareke hevpar li hev bikin.

Axiosê da zanîn, eger wisa nebe, Trump dê agirbesta ku sêşemê dirêj kiribû, bi dawî bîne.

Sê berpirsên Amerîkayî ji malpera "Axios"ê re ragihand ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amade ye tenê 3 heta 5 rojên din dem bide Îraniyan da ku "mala xwe rêk bixin", lê wan tekezî li ser wê yekê kir ku ev dem "bêdawî nabe."

Têkçûna desthilatê li Tehranê

Li gorî raporê, danûstandinkarên Amerîkayî di wê baweriyê de ne ku peyman hîn jî mimkin e lê ew dilgiran in ku li Tehranê kesekî xwedî biryar hebe.

Di raporê de hat gotin, Rêberê Bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî kêm caran pêwendiyan datîne.

Her wiha di navbera generalên Supaya Pasdaran û danûstandinkarên sivîl ên Îranê de li ser stratejiya şer û aştiyê alozî û nakokiyeke tund heye.

Berpirsekî Amerîkayî got, "Em li Îranê di navbera leşkerî û dîplomatan de parçebûneke tam dibînin.

Ti alî ji wan nikare bigihîje rêberê bilind ku ew jî bersiva kesî nade."

Li gorî berpirsên Amerîkayê, di êrişa Amerîka-Îsraîlê ya 28ê Sibatê ya li ser Îranê de, li gel kuştina Elî Xamineyî, Rêberê berê yê Îranê, kurê wî Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar bûbû.

8ê Adarê, Mucteba wekî Rêberê Îranê hat destnîşankirin.

Bandora kuştina Elî Larîcanî

Berpirsên Washingtonê di wê baweriyê de ne ku ev tevliheviya li Tehranê beşek jê ji ber kuştina Elî Larîcanî, Sekreterê berê yê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ye ku di meha Adarê de ji aliyê Îsraîlê ve hatibû kuştin.

Li gorî rapora Axiosê, Larîcanî ew kesayet bû ku dikarîbû biryaran bike yek.

Lê Mihemed Baqir Zulqederê ku cihê wî girtiye, nikarîbû di navbera Supaya Pasdaran û hikûmetê de hevahengiyê çêbike.

Betalkirina geşta JD Vance

48 demjimêrên borî ji bo Koşka Spî gelekî bêzarker bûn, bi taybetî jî ji bo Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance ku ji bo geşta Îslamabadê xwe amade kiribû da ku serkêşiya gera duyem a gotûbêjan bike.

Balafira "Air Force Two" bi saetan li ser pîsta Balafirgeha Andrewsê amade bû.

Lê dema eşkere bû ku Supaya Pasdaran rê nade Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf biçin Pakistanê, geşt hat betalkirin.

Stratejiya Trump û guvaşa dorpêça deryayî

Trump sêşemê bi tîma xwe ya ewlehiya niştimanî re civiya.

Tevî ku hinek şêwirmendên wî daxwaza lêdana derbên tund li binesaziya enerjiyê ya Îranê dikir, Trump biryar da ku derfeteke din bide dîplomasiyê.

Ji ber ku ew di wê baweriyê de ye ku Amerîka ji aliyê leşkerî ve gihiştiye hemû armancên xwe û dixwaze dawî li vî şerî bîne.

Donald Trump di posteke nû de li ser Truth Socialê eşkere kir ku dorpêça deryayî karta wî ya herî mezin a guvaşê ye û got:

"Îranî birçiyê pereyê neqd in û nikarin meaşê artêş û polîsên xwe jî bidin.

Ew dixwazin Tengava Hurmizê were vekirin da ku rojane 500 milyon dolarî bi dest bixin."

Trump her wiha hişyarî da, "Eger niha dorpêç were rakirin, dê ti carî peyman çênebe, heta ku em tevahiya welatê wan û serkirdeyên wan neteqînin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst