کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) / Wêne: Arşîv

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) / Wêne: Arşîv

Cîhan

Pentagonê amarên dawî yên şer eşkere kirin: 400 leşker birîndar in

RÛDAW

RÛDAW

22-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW22-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Şer a Amerîkayê ragihand ku di şerê li Îranê de ku 7 hefte li pey xwe hiştine, hejmara leşkerên Amerîkayê yên birîndar gihîşt 400î.

Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku piraniya birîndaran karmendên Hêzên Bejayî ne.

Di hefteya 7emîn a şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê de, Pentagonê li ser zereran daxuyaniyeke nû belav kir.

Di daxuyaniya fermî de hat piştrastkirin ku ji destpêka şer ve, ji yekîneyên cuda bi giştî 400 leşker birîndar bûne.

Di rapora hûrgilî ya Pentagonê de, dabeşbûna leşkerên birîndar a li gorî yekîneyên wan jî diyar bû.

Li gorî raporê, Hêzên Bejayî bi 271 birîndaran di rêza yekem de ne ku herî zêde zerer dîtiye.

Piştî wan, Hêzên Deryayî bi 64 birîndaran, Hêzên Asmanî bi 46 birîndaran û Peyadeyên Deryayî (Marines) bi 19 birîndaran tên.

Hejmara kuştiyan nehatiye guhertin

Tevî ku hejmara birîndaran zêde bûye jî, Pentagonê ragihand ku di hejmara leşkerên ku hatine kuştin de ti guhertin nînin.

Amerîka operasyona ku li herêmê bi rê ve dibe bi navê "Hêrsa Destanî" (Operation Epic Fury) bi nav dike.

Agahiya ku ji destpêka şer ve 13 leşkerên Amerîkayê hatine kuştin, hîn jî wekî xwe dimîne.

Pirsên