Foruma Aborî ya Davosê dest pê dike

23-01-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Lûtkeya Davos Davos Aborî
A+ A-

Davos (Rûdaw) – Slogana îsal a Foruma Aborî ya Cîhanî ya Davosê “Aboriyeke Hevbeş e Li Cîhaneke Jihevqutbûyî”. Herçiqas serkirde û sermayedar li Davosê ji zêdebûna geşbûna aborî ya cîhanê geşbîn in, lê nûçeyên nexweş jî hene.


Rêveberê Giştî yê Sindoqa Navdewletî ya Dirav (IMF) Christian Lagarde, roja Dûşembê ji Davosê ragihand ku geşbûna aborî ya cîhanê di sala 2018an de berdewam dibe, lê gelek kes jî di ware aborî de zerermend bûne.


Christian Lagarde got: “Ji sala 2016an ve geşbûna aborî ya cîhanê berdewam e. Wiha dixwiye di 2018 û 2019an de jî her berdewam be… Bêguman divê ew geşbûn wiha li me bike hest bi bihêzî û pêşketinê bikin. Lê nabe vêna razî bin, hê gelek kes ji wê geşbûna aborî bicîh mane û bi rastî dahata yek li ser 15ê xelkên welatên sêyem kêm bûye.”

 


Şandera Taybet a Rûdawê Ala Şalî derbarê forum û slogan îsal a Davosê de wiha dibêje: “Mebesta wan jihevqutbûna Ewropayê ye li Rojhilat, Rojava, Bakur û Başûr. Yek ji xwiyatirîn jihevqutbûnê jê Brexit e, wate cûdabûna Brîtanyayê ye ji Ewropayê û vêna jî pirsgirêk ji Ewropayê re çêkiriye.”


Foruma Cîhanî ya Davosê îro bi gotara Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi dest pê dike ku behsa geşbûna aborî ya welatê xwe dike. Herwiha yek ji bilindtirîn kesên siyasî ku beşdarî Davosa 2018 dibe û gotarê dide Serokwezîra Elmanya Angela Merkel e. Ew jî behsa paşeroja Ewropayê dike daku piştî Brexit bi bihêzî bimîne.


Doh, wate rojek berî Foruma Aborî ya Cîhanî bi fermi dest pê bike, stranbêj, actor û kesayetiyên navdar peyamên cxwe gihandin û berê xwe dan her sê hezar serok, serkirde, serokên kompanya û kesayetiyan ku beşdarî forumê dibin. Peyama wan jî taybet bû bi hembêzkirina koçber û kesên hejar.

 

 


Roja 23 heta 26ê Rêbendanê, 48mîn civîna salane ya Foruma Aborî ya Cîhanî li Davosa Swîsreyê dest pê dike ku ji zêdeyî 100 welatan nêzîka 3 hezar kes beşdar dibin. Organîzetorên forumê bi rêya vê civînê daxwazê ji hikûmetan dikin ku hevkar bin daku hevahengiya navdewletî bo çareserkirina pirsgirêk û krîzên cîhanî were aktîf kirin.


Mijarên serekî yê forumê jî wiha ne: Sîstema cîhanî li ser bingehê rêkeftinê, rûbirûbûna gefên li ser ewlekariyê, koçber û têkelkirina wan a nav civakê, qonaxeke nû bo siyaseta enerjiya cîhanê, parastina asayîşa internet û dawîanîn li kolekirin û destdirêjiya seksî.


Parastina ewlekariya bajarok ku niha zêdeyî metrek befir lê heye, yekem karê girîng ê Swîsreyê ye. Rêyên çûn û hatine hatine girtin, lê hemû amadekariyek hatiye kirin ji bo pêşwazîkirina serok û serokwezîrên welatên cîhanê. Hejmara niştecihên Davosê 11 hezar kes e. Niha ji ber foruma navbirî li hemû cihekî bajarok polîs û leşker tên dîtin û herwiha nîşanşikên jî li cihên taybet hatine bicîhkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst