Aboriya Rûsyayê tevî hemû ambargoyan jî mezin dibe

06-12-2023
Kamîz Şeddadî
Kamîz Şeddadî
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Rûsya Aborî Ambargo
A+ A-

Moskow (Rûdaw) - Kremlînê ragihand ku tevî abmargoyên tund yên ji aliya dewletên rojavayî ve aboriya Rûsyayê hilneweşiya.

Herwiha Kremlînê diyar kir ku berovajî vê yekê îstîqrara makro hatiye misogerkirin û aboriya Rûsyayê ket rêya mezinbûnê.

Aborîzan pê qayîlin ku armanca cezayên rojavayî hilweşandina aboriya Rûsyayê bû û ev yek pêk ne hat.

Lê ew aborîzan dibêjin rewşa aboriyê hîn jî ji geşbîniyê dûr e.

“Ji bo Hikûmeta Rûsyayê jî surprîz bû”

Serokê Fona Ewlehiya Enerjiyê ya Rûsyayê Stanîslav Mîtraxovskiy got, "Aboriya Rûsyayê pir serkeftî derket.

Hem ji pêşbîniyên pisporên rojavayî û hem jî ji yên gumankerên Rûsî baştir tev geriya.Heta bi ya min, ev rewş ji bo Hikûmeta Rûsyayê jî surprîz bû.

Lê bê guman, ev yek nayê wê wateyê ku ew dijraberiya aborî bi Rojava re,  bê bandor derbas bû.

Wekî mînak, jinirxketina Rûble û enflasyon, pişkên wan faktorên negatîv in lê ew jî ewqas metirsîdar nînin, wekî ku dihat îdîakirin."

Ajansa Amaran a Rûsyayê Rostatê ragihand ku meha borî enflasyona dîtbar li gorî meha berê zêdetir ji sedî 15 bilind bûye.

Jixwe firoşkar gazinan dikin ku ji ber giranbûna bihayan, kiriyar jî kêm bûne.

“Hin kelûpelên xwarinê rojane giran dibin”

Firoşkar Leyla Îbrahîmovayê anî ziman, "Hin kelûpelên xwarinê rojane giran dibin.

Van demên dawî, berhemên mîna, hêk, goşt, berhemên dexl û dan, pir giran bûne.

Ev yek jî bê guman bandorê li kirîyaran û li karê me dike."

Li bazarê îro herî zêde bihayên sebze û hêkên mirîşkan giran bûne.

Di warê salane de, bihayên xwarinê meha borî, ji lêçûna tevaya selikê xerîdar bileztir giran bûye  û gihîştiye bi rêjeya ji sedî 9,1ê.

“Her tişt ji sedî 30 giran bûye”

Xanenîşîn Olga Siniçkinayê diyar kir, "Eger em bi sala par re bidin ber hev, hema bêje her tişt bi nîvekî ji sedî 30 giran bûye.

Erê, eger hemû bijmêrin, bi giştî ji sedî 30 giran bûye."

Perestar Kulpunay Abayevayê wiha axivî, "Goşt pir giran bûye.

Meha borî, min goştê pez bi 590 rubleyî dikirî lê niha bûye 750 ruble.

Lê dinêrim, hêk jî gelek giran bûye.10 lib bi 150 rubleyî, mirov bawer nake."

Ji bo rêlibergirtina giranbûna bilez a bihayên xwarinê, HikûmetaRûsyayê hinartina hêk û goştê mirîşkan sînordar kiriye.

Herwiha Hikûmeta Rûsyayê hinartina hin cureyên genim jî qedexe kiriye lê çavdêr bawer nakin ku tedbîrên han ji bo demeke dirêj sûdmend bin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst