Tirkiye di warê demokrasiyê de di rêza 110an de ye

23-01-2020
RÛDAW
Nîşan The Economist Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an Tirkiye Demokrasî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an, Tirkiye di nav 167 welatan cîhanê de di rêza 110an de ‎ye. Tirkiye maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambiya, Lubnan û Sri Lankayê.‎

Kovara The Economist, “Raporta Endeksa Demokrasiyê ya 2019an” belav kir. Di raportê de ku rewşa ‎‎167 welatan hatiye nirxandin Tirkiye wek sala pêştir di rêza 110an de maye lê; puana demokrasiyê ya ‎Tirkiyê ji 4,37an daketiye 4,09ê.‎

Di rêzbendiyê de, krîterên derbarê pêvajoya hilbijartinê, piranîparêzî, birêveçûna hikûmetê, ‎beşdarbûna siyasî, kultura demokratîk a siyasî û azadiyên sivîl hatine nirxandin. Di vê rêzbendiyê de ‎welatên 8 û 10 puan wergirtine “demokrasiya tam”, welatên puanên wan di navbera 6 û 8an de ‎‎“demokrasiya biqisur”, yên di navbera 4 û 6an de “demokrasiya hybrid-melez” û welatên di navbera 0 ‎û 2 puan wergirtine wek welatên bi “rejîma otorîter” tên birêvebirin hatine nirxandin.‎

Tirkiye ku di rêza 110an de cih digire bi 4.09 puanan dikeve nav wan welatan ku bi “demokrasiya melez” ‎tên birêvebirin. Tirkiye bi vê rêzbendiyê maye li pey Nîjerya, Uganda, Zambiya, Lubnan û Sri Lankayê‎. Li ‎gor lêkolînê, di warê demokrasiyê de li cîhanê bi giştî paşketin heye.‎

Li gor rêzbendiyê ku di ser 10an re puan hatine dayîn, Norveç (9,87), Îzlanda (9,58), Swêd (9,39), New ‎Zelanda (9,26) û Finlanda (9,25) di rêza pêş de cih digirin. Di pênc rêzên dawî de jî Çad (1,61), Sûriye ‎‎(1,43), Komara Efrîqaya Navîn (1,32), Komara Demokratîk a Kongoyê (1,13) û Koreya Bakur (1,08) cîh ‎digirin.‎

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst