Ofîsa Merkel pêşwaziya Siyamend Haco kir

23-03-2017
RÛDAW
Siyamend Haco
Siyamend Haco
Nîşan Siyamend Haco Berlîn Angela Merkel
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê Encumena Niştimanî ya Kurd  li Sûriyê (ENKS) Siyamend Haco li Berlînê ji aliyê berpirsa Dosya Sûriyê di ofîsa Serokwezîra Almanya Angela Merkel hat vexwendin.


Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKSê Siyamend Haco di hevdîtina xwe de ligel Berpirsa Dosya Sûriyê li Ofîsa Serokweziriya Almanyayê Dinyêla Schlegel, behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û êrişên ku diçin ser ofîsên ENKS û partiyên wê kir.


Siyamend Haco herwiha di hevdîyina xwe de bal kişande ser binpêkirinên ku li rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayîşa ser bi Rêveberiya Xweser ve têne kirin.


Haco di heman demê de behsa girtina siyasetmedarên Kurd jî kir û herwiha ameje bi girîngiya derbasbûna Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst