Hewlêr (Rûdaw) - Îro devdevê sibehê teqîn û agirekî mezin taxa Golders Greenê hejand. Ev tax li bakurê rojavayê bajarê Londonê ye.
Tîmên agirvemirandinê li cihê bûyerê ne. Ew hewl didin rewşê kontrol bikin.
Agir bi wesayîtên tenduristiyê ket
Dîmenên vê bûyerê li ser medyaya civakî hatin belavkirin.
Li gorî wan dîmenan, agir bi hinek wesayîtên tîmên tenduristiyê ketiye.
Ev wesayît ên saziya xwebexş a Hatzolahê ne.
Divê were gotin ku Hatzolah xizmetên tenduristiyê yên lezgîn pêşkêşî civaka Cihû ya li Londonê dike.
Taxa Golders Greenê yek ji wan herêman e ku gelek Cihû lê dijîn.
Dengê teqînan hat bihîstin
Şahidên bûyerê yên li herêmê axivîn.
Wan ragihand ku beriya derketina agir wan dengê çend teqînan bihîstiye.
Dîmen nîşan didin ku dûkeleke tîr û reş asmanê herêmê girtiye. Vê yekê jî li cem niştecihên derdora cihê bûyerê tirs çêkiriye.
Berdevkekî tîma agirvemirandinê ya Londonê ji kanala CNNê re got, "Tîmên me li cihê bûyerê amade ne û ew agir vedemirînin."
Heta niha berpirsan sedema bûyerê eşkere nekiriye.
Lêkolîn didome
Polîsên Londonê hatin agahdarkirin. Wan ji bo diyarkirina sedema teqînan dest bi lêkolîneke destpêkî kir.
Ev bûyer di demekê de pêk hat ku şerê Îran û Îsraîlê didome.
Ji ber vî şerî, li seranserê Ewropa û Amerîkayê asta hişyariya ewlehiyê hatiye bilindkirin.
Ev tedbîrên ewlehiyê bi taybetî li derdora navend û taxên Cihûyan in.
#VÎDEO - Li Londonê êrişî taxeke Cihûyan hat kirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 23, 2026
🛑 Îro devdevê sibehê teqîn û agirekî mezin taxa Golders Greenê hejand
🛑 Hinek kes ambulansan dişewitîninhttps://t.co/hFGxnlNabZ pic.twitter.com/k22XzSLmqJ
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse