Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) raporek amade kir û bal kişand ser bîlançoya giran a şer.
Di raporê de li ser encamên wêranker ên şerê navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê hişyarî hate dayîn.
Hat destnîşankirin ku heke şer mehekê bidome dê ziyana wî bigihe 150 milyar dolarî.
Komîteya Aborî û Civakî ya Asyaya Rojava ya Neteweyên Yekbûyî (ESCWA) ev rapor amade kir.
Rapor balê dikişîne ser wêraniya wî şerî ku 28ê meha borî li herêmê dest pê kiribû.
Li gorî raporê, heta niha ziyana aborî ya li herêmê gihiştiye 63 milyar dolaran.
Tengava Hurmizê û ziyana bazirganiyê
Di raporê de tê diyarkirin ku ji ber şer gelek rêyên bazirganiyê hatin girtin.
Wekî mînak, veguhastina petrol û kel û pelên bazirganiyê yên di Tengava Hurmuzê re ji sedî 96 heta ji sedî 97 kêm bû.
Tê texmînkirin ku lêçûna vê yekê ya rojane 2,4 milyar dolar e.
Hat eşkerekirin ku di du hefteyên destpêkê yên şer de tevahiya ziyanê bû 30 milyar dolar.
Banga Neteweyên Yekbûyî
Komîteya Neteweyên Yekbûyî welatên herêmê û civaka navneteweyî hişyar dike.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heke şer mehekê bidome, dê ziyana wî nêzîkî 150 milyar dolarî be.
Ev hejmar dike ji sedî 3,7ê tevahiya dahata navxweyî ya herêmê.
ESCWA dibêje, dê herî zêde endamên Konseya Hevkariya Kendavê ji vê rewşê ziyanê bibînin.
Ew welat Erebîstana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Qeter û Kuweyt in.
Her wiha, welatên ku aboriya wan bi çavkaniyên enerjiya derve ve girêdayî ye jî dê di bin zexteke mezin a aborî de bimînin.
Ev zext dê bi taybetî ji ber enflasyon û bilindbûna bihayê sotemeniyê be.
Krîza mirovî û aborî ya herêmê
Li gorî komîteya Neteweyên Yekbûyî, beriya vî şerî jî rewşa gelek welatên herêmê ne baş bû.
Di siya şeran de 210 milyon kes dijiyan. Ev hejmar dike ji sedî 43yê nifûsa herêmê.
Ji wan 82 milyon kes hewcedarî alîkariya mirovî bûn. Heke şer bidome, dê ev tabloya mirovî girantir bibe.
Rewşa Libnanê xerabtir e
Di 2yê vê mehê de, Hizbulaha Libnanê bi mûşekan êrişî bakurê Îsraîlê kir û şer ji nû ve geş bû.
Komîteya Neteweyên Yekbûyî balê dikişîne ser rewşa Libnanê.
Rewşa aborî û mirovî ya Libnanê ji welatên din ên herêmê gelekî xerabtir e.
Heke şer bidome, dê binesazî û xizmetguzariyên bingehîn ên li Libnanê bibin armanc.
Hişyarî tê dayîn ku ev yek dê bibe sedema têkçûna bi temamî ya aboriya Libnanê ku ji sala 2019an ve di nava krîzeke mezin de ye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse