Li New Yorkê qezaya balafirê

3 demjimêr berê
Nîşan New York Balafir Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Balafirgeha LaGuardiayê ya eyaleta New Yorka Amerîkayê balafireke rêwiyan û wesayîteke agirvemirandinê li hev qelibîn.

Balafir a şirketa Air Canadayê bû û dema dadiket qeza kir.

Heta niha derbarê ziyanên canî de ti daxuyaniya fermî nehatiye dayîn lê balafirgeh ji ber sedemên ewlehiyê hat girtin.

Malpera şopandina geştan Flightradar24ê agahî belav kirin.

Li gorî agahiyan, balafira rêwiyan a ji cureya CRJ-900î ji Montrealê dihat lê dema ku li pîstê dadiket bi lez li wesayîtekê qelibî.

Balafirgeh hat girtin û geşt hatin rawestandin

Îdareya Balafirvaniyê ya Federal a Amerîkayê (FAA) daxuyaniyek da.

FAAyê destnîşan kir ku piştî bûyerê hemû geştên li balafirgehê bi awayekî demkî hatine rawestandin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rewş bi awayekî lezgîn tê nirxandin.

Her wiha hat eşkerekirin ku dibe ku dema rawestandina geştan bê dirêjkirin.

Di malpera balafirgeha LaGuardiayê de jî agahî hatin belavkirin.

Li gorî van agahiyan, rêya hinek balafiran hatiye guhertin û hinek li cihê rabûna xwe vegeriyane.

Ji aliyê din ve, FAAyê ji pîlotan re daxuyaniyeke din şand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dibe balafirgeh heta demjimêr 18:00an (li gorî dema GMTyê) girtî bimîne.

Tîm li cihê bûyerê ne

Tîma Agirvemiranê ya New Yorkê dest avête bûyerê.

 Tîmê ragihand ku ew li pîstê midaxeleyî bûyera balafir û wesayîtekê dikin.

Derbarê hûrgiliyên bûyerê agahiyên zêdetir nehatin dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst