Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Îranê daxwaza agirbest û dan û standinê li wî kiriye û Îran ji bo rêkeftinê bi kelecan e.
Donald Trump diyar kir ku ew derbarê agirbestê bi Îsraîlê jî re axiviye û agirbest dê di berjewendiya Îsraîl û Rojhilata Navîn de be.
Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê hat ku wî rawestandina êrişên li ser stasyonên elektrîkê yên Îranê û destpêkirina dan û standinan ragihandibû.
Trump di berdewamiyê jî de eşkere kirk u pêvajoya diyaloga bi Îranê re gelekî baş e
Ev gotinên Trump wekî bersiva pirsa li ser rewşa Îranê bûn. Trump beriya daxuyaniya xwe, li ser tora Truth Socialê daxuyaniyek belav kiribû û tê de amaje bi dan û standinên bi Tehranê re kiribû.
Piştî van peyamên Trump, bihayê petrolê li bazarên cîhanî bi lez daket.
Nakokiyên di navbera Trump û medyaya Îranê de
Medyaya Îranê raportên li ser hebûna danûstandinên bi Amerîkayê re red kirin. Donald Trump bersiva medyaya Îranê da û got ku ew nizane ew behsa çi dikin
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Îranê diyar kir ku di navnera Tehran û Washingtonê de ti dan û standinek nine.
Trump di berdewamiya axaftina xwe de got, "Dan û standinên bi Îranê re niha dest pê kirine.
Di rastiyê de şeva borî Steve Wittkoff û Jared Kushner bi hevpostên xwe yên Îranî re xeber dane."
Trump: Hesteke min a baş heye ku em dê bi Îranê re li hev bikin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku dan û standinên bi Îranê re didomin û ew ji bo gihîştina rêkeftinekê gelekî geşbîn e.
Trump diyar kir ku her çi qas garantî nîne jî, lê îhtimaleke mezin heye ku her du alî li hev bikin.
Donald Trump derbarê pêvajoya bi Tehranê re got: “Hesteke min a gelekî baş heye ku em dê bigihin rêkeftinekê.
Ez garantiyê nadim ti tiştî lê îhtimaleke gelekî baş heye. Eger ez qumarbaz bûmama, min dê qumar li ser wê rêkeftinê bikira.
Îranî niha ji bo rêkeftinê gelekî bi kelecan in.”
Trump eşkere kir ku wan duh bi Îranê re dan û standin kirine û dibe ku îro jî bi rêya telefonê bicivin.
Serokê Amerîkayê bal kişand ser guherîna serkirdayetiya Îranê û wiha domand:
“Di nav pergalê de piraniya wan hatine kuştin. Ev bi awayekî otomatîkî tê wateya guherîna pergalê.
Lê em niha bi hinek kesên gelekî meqûl û cidî re dan û standinan dikin.
Ew kesên ku di nav Îranê de tên naskirin û rêz lê tê girtin. Dibe ku yek ji wan kesan tam ew kes be ku em lê digerin.”
Rawestandina êrişan û pêvajoya rêkeftinê
Trump ji tora "Fox Business" re got ku dan û standin didomin û wan êrişên li ser stasyonên elektrîkê yên Îranê ji bo 5 rojan sekinandine.
Wî anî zimên ku dibe di nava vê maweyê de rêkeftin were mohrkirin.
Serokê Amerîkayê her wiha bi rêya telefonê ji ajansa AFPê re ragihand ku karên wan ên bi Îranê re "gelekî baş bi rê ve diçin."
Trump bal kişand ser kelecaniya Îranê ya ji bo rêkeftinê û got, "Dibe ku em di nava 5 rojan de yan jî nêzîktîr li hev bikin."
Piştî van daxuyaniyên Trump ên li ser tora Truth Socialê, bihayê petrolê li bazarên cîhanî bi lez daket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse