Donald Trump: Em bi serkirdeyekî Îranê yê herî qedirgiran re diaxivin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Donald Trump / Wêne: AFP
Donald Trump / Wêne: AFP
Nîşan Donald Trump Îran Dan û Standin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê  Donald Trump eşkere kir ku wan li gel "kesayetekî gelekî qedirgiran" ê Îranê dest bi gotûbêjên rasterast kiriye û her du alî jî dixwazin peymanekê bikin.

Donald Trump got ku ji ber kuştina piraniya serkirdeyan, guherîneke otomatîk di nav rejîmê de çêbûye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bal kişand ser rûdanên dawiyê yên şerê Îranê.

Trump da zanîn ku ji bo peymaneke ku dawî li krîzê bîne "gotûbêjeke cidî" heye.

"Dibe ku em di nava pênc rojan de li hev bikin"

Serokê Amerîkayê li ser gotûbêjan got, "Me doh êvarî bi Îranê re gotûbêj kir.

Ew dixwazin peymanekê bikin û em jî dixwazin peymanekê bikin."

Trump li ser hevdîtinan ev agahî dan, "Dibe ku em îro jî bicivin.

Dibe ku bi rêya telefonê be çimkî derketina ji wî welatî gelekî zehmet e.

Lê em dê di demeke nêzîk de bicivin û em dê di nava pênc rojan de peymanekê bikin. Bila em binêrin bê dê çawa bibe."

Donald Trump ji bo gihîştina encamekê geşbîniya xwe anî zimên û got, "Hesteke min a gelekî baş heye ku em dê bigihîjin peymanekê.

Eger ez qumarbaz bûma, ez dê li ser vê peymanê qumarê bileyîstama!

Lê ez garantiyê nadim ti tiştî. Tenê ez dizanim ku ew ji bo peymanekê gelekî bi kelecan in."

Ew bi kê re gotûbêjê dikin?

Trump derbarê serkirdayetiya niha ya Îranê de jî daxuyand:

"Di nav rejîmê de hemû hatine kuştin. Ev yek bi awayekî otomatîk guherîna rejîmê ye."

Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew li gel hinek kesên ku gelekî maqûl û cidî ne miameleyê dikin û pê de çû:

"Ew kesên ku li navxweya Îranê tên naskirin û gelekî qedirgiran in. Dibe ku yek ji wan kesan tam ew kes be ku em lê digerin."

Dema jê hat pirsîn bê 'ma ew kesê ku hûn pê re diaxivin Rêberê nû ye?', Trump wiha bersiv da:

"Nexêr, ne Rêberê Bilind ê nû ye. Em nizanin û ti kesî tiştek ji rêberê duyem nebihîstiye bê li kû derê ye.

Lê em niha bi mirovekî re diaxivin ku bi dîtina min li Îranê serkirdeyê herî qedirgiran e."

Mercên peymanê

Serokê Amerîkayê mercê sereke yê welatê xwe yê ji bo her peymanekê ducare kir û got:

"Em ti dewlemendkirina uranyumê naxwazin. Eger ev yek pêk were, dê ji bo Îranê bibe destpêkeke gelekî mezin da ku xwe ji nû ve ava bike. Tiştê ku em dixwazin tenê ev e."

Trump bal kişand ser bandora vê peymanê ya li ser herêmê jî û anî zimên:

"Ev yek ji bo Îsraîlê gelekî baş e. Her wiha ji bo welatên din ên Rojhilata Navîn, ji bo Erebistana Siûdî, Îmarat, Qeter, Kuweyt û Behreynê jî gelekî baş e."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst