Hewlêr (Rûdaw) - Senatorê navdar ê Partiya Komarî ya Amerîkayê Lindsey Graham ragihand, ew pêşbînî dike ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê berfirehtir bibe û "di demeke nêzîk de hemû cîhanê bigire."
Senatorê navdar ê Partiya Komarî ya Amerîkayê Lindsey Graham doh li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.
Lindsey Graham diyar kir ku ew vê sibehê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Şer Pete Hegseth re civiyaye û got:
"Ez ne tenê pêşbînî dikim ku ev dorpêç heta dema ku Îran pêbendbûna xwe ya ji bo guherîna reftarên xwe nîşan bide bimîne, ez pêşbînî dikim ku dorpêç hîn mezintir bibe û di demeke nêzîk de bibe cîhanî."
Senatorê Komarî hişyariyeke tund da wan welat û aliyên ku di bazirganiya petrolê de alîkariya Îranê dikin û anî ziman:
"Ji bo wan kesên ku alîkariya rejîma Îranê dikin yan jî li ser alîkariya dabeşkirina petrola wan difikirin ku çavkaniya dabînkirina terorê ye, hûn bi berpirsyariya xwe vî karî dikin."
Ev helwesta tund a Washingtonê di demekê de ye ku Balyozê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî ragihandibû ku Tehran tenê wê demê amade ye ji bo dan û standinan ku Amerîka dawî li dorpêça deryayî bîne.
#VÎDEO - Lindsey Graham: Dibe ku dorpêça deryayî ya li ser Îranê di demeke nêzîk de bibe cîhanî
— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 23, 2026
🎙 Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham ragihand, ew pêşbînî dike ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser benderên Îranê berfirehtir bibe û ❝di demeke nêzîk de hemû cîhanê li xwe… pic.twitter.com/f88puz4Hw8
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse