Koşka Spî: Tenê Trump biryarê li ser dema bidawîhatina şer dide

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî ragihand ku tenê Donald Trump biryarê li ser xişteya dema domandina şer dide.

Her wiha hat diyarkirin ku Serokê Amerîkayê Donald Trump ti demeke diyarkirî ji bo bidawîhatina agirbesta dirêjkirî dananiye û Washington li benda bersiveke yekgirtî ya ji Îranê ye.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê di konferanseke rojnamegeriyê de got:

"Serok Trump kengî hîs bike ku di berjewendiya Dewletên Yekbûyî û gelê Amerîkayê de ye, dê xişteya dema şer diyar bike."

Leavittê ew gotegot red kirin ku tê gotin Trump tenê 3-5 rojan wext daye Tehranê û got:

"Ev rapor ne rast in û ti dem ji bo agirbestê nîne."

Doh Serokê Amerîkayê li ser Truth Socialê parve kiribû ku wan agirbest dirêj kiriye heta wê kêliya ku berpirsên Tehranê bi pêşniyar û planekê ji bo dan û standinan werin cem wan.

Nakokiyên navxwe yên li Îranê

Berdevka Koşka Spî bal kişand ser wê yekê ku îdareya Amerîkayê "parçebûna tund a navxwe" ya di nav serkirdayetiya Îranê de dibîne û anî ziman:

"Li Tehranê di navbera tundrew û pragmatîstan de krîzeke mezin heye."

Leavittê daxuyaniyên giştî yên berpirsên Îranê wekî "bêwate" pênase kirin û got ku ew zimanê ku eşkere bi kar tînin, ji yê ku di civînên nihênî de dibêjin gelekî cuda ye.

Leavittê li ser stratejiya zextê tekez kir ku Trump ji encamên dorpêça deryayî "razî ye" û zane ku Îran di pêgeheke gelekî lawaz de ye û da zanîn:

"Niha hemû kart di destê Serok Trump de ne."

Karoline Leavittê di dawiya axaftina xwe de ragihand ku tevî agirbestê jî, zextên aborî yên Amerîkayê yên li ser Îranê didomin.

Bi taybetî dorpêça deryayî ku hinartina petrola Îranê bi temamî rawestandiye, wekî hewldanekê ji bo neçarkirina Tehranê tê dîtin da ku bi pêşniyareke yekgirtî vegere ser maseya dan û standinan.

CENTCOMê roja 13ê Nîsanê dorpêça deryayî danî ser benderên Îranê.

Tehranê jî wekî bersiv Tengava Hurmizê girt ku berê ji ber agirbestê vekiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst