Libnan û Îsraîl li Amerîkayê dicivin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Libnan Îsraîl Amerîka Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyên Libnan û Îsraîlê bi armanca bidawîanîna şer îro li Washingtona paytexta Amerîkayê ji bo gereke nû ya dan û standinan li hev dicivin.

Di vê civînê de dê paşeroja agirbesta demkî ya ku biryar e roja yekşemê bi dawî bibe were gotûbêjkirin.

Birêvebiriya Beyrûtê dê daxwaz bike ku agirbest mehekê were dirêjkirin.

Hevdîtina krîtîk bi mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio tê lidarxistin.

Ji bilî balyozên Libnan û Îsraîlê, Balyozê Amerîkayê yê Îsraîlê Mike Huckabee jî beşdarî civînê dibe.

Ev lûtke piştî pêywendiya yekem a 14ê Nîsanê, ji sala 1993yan û vir ve dibe duyemîn hevdîtina rûbirû ya di asta bilind de ya di navbera her du welatan de.

"Asteng Hizbulah e"

Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê beriya civînê daxuyaniyek da û diyar kir ku ti nakokiyên wan ên cidî bi dewleta Libnanê re nînin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Sa'ar da zanîn ku yekane astenga li ber aştiyê Hizbulah e.

Gideon Sa'ar bangî hikûmeta Libnanê kir ku ew "li dijî Hizbulahê bi hev re tevbigerin."

Lê belê Hizbulah radigihîne ku ew li dijî van dan û standinan e û beşdarî pêvajoyê nabe.

Li bin siya agirbestê bombebaran

Tevî hewlên dîplomatîk jî li qadê tundî ranaweste.

Roja çarşemê di êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li Libnanê de 5 kes hatin kuştin ku rojnameger Emel Xelîl jî di nav wan de bû.

Îsraîl dibêje ku li gorî şertên agirbestê mafê wê heye ku li dijî her gefa nêzîk an êrişa plankirî ya Hizbulahê operasyonan bike.

Berpirsekî Libnanî ji AFPyê re qal kir ku daxwazên wan ên sereke rawestandina bombebaranên Îsraîlê û dirêjkirina agirbestê ya ji bo mehekê ye.

Bîlançoya giran a şer

Pevçûnên Îsraîl û Hizbulahê 2yê Adarê piştî kuştina Rêberê berê yê Îranê Elî Xameneyî dest pê kiribûn. Hizbulahê wekî bersiv mûşek avêtibûn Îsraîlê.

Ji wê rojê ve li Libnanê 2 hezar û 454 kes hatin kuştin û zêdetirî milyonek mirovî neçar mane malên xwe biterikînin.

Ev trafîka dîplomatîk a li Washingtonê piştî wê yekê tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta Washington û Tehranê bi awayekî bêdawî dirêj kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst