Amarên metirsîdar: Ji her çar zarokan zarokek birçî ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan ILO UNICEF Fatma Gelîr Unal Zarok Birçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatora Bilind a Projeyan a Rêxistina Xebayê ya Navdewletî (ILO) Fatma Gelîr Unalê ragihand ku li seranserê cîhanê ji her çar zarokên di bin 5 saliyê de zarokek di nav "hejariya giran a xwirekê" de ye.

Fatma Gelîr Unalê da zanîn ku heta 2024an hejmara zarokên karker gihîştiye 138 milyonan.

Wê diyar kir ku cîhan ji armanca xwe ya "heta 2025an bidawîanîna karkeriya zarokan" dûr ketiye.

Amarên nû yên ILO û UNICEFê nîşan didin ku bipêşketinên salên dawî yên di warê mafên bingehîn ên zarokan de pûç bûne.

Sedema vê yekê jî nearamiya aborî û siyasî ya cîhanî ye.

Fatma Gelîr Unalê hişyarî da ku rewşa niha ya di karkeriya zarokan û hejariya xwirekê de, neyeksaniyê digihîne asteke wiha ku vegera wê ne gengaz e.

Ji her çar zarokan zarokek nikare têr bixwe

Li gorî nûçeya CNBCyê, Unalê li ser bingeha amarên UNICEFê diyar kir ku nêzîkî 181 milyon zarokên di bin 5 saliyê de di nav "hejariya giran a xwirekê" de ne û ji bo jiyanê têdikoşin.

Fatma Gelîr Unalê da zanîn ku ev rêje li seranserê cîhanê tê wateya "ji her çar zarokan zarokek".

Wê metirsiya heyî bi van gotinan anî zimên:

"Zarokên di vê komê de nikarin bi awayekî rêkûpêk bigihîjin xwirekên biqîmet û yên li gorî temenê wan.

Ev rewş ne tenê bipêşketina wan a fîzîkî asteng dike, wan rasterast bi metirsiya kêmxwirekiya giran re jî rûbirû dihêle."

Di karkeriya zarokan de sînorê krîtîk hat derbaskirin

Unalê tekez kir ku cîhan ji armanca 2025an dûr ketiye û amarên cîhanî yên karkeriya zarokan ên sala 2024an parve kirin.

Li gorî amaran, li seranserê cîhanê 138 milyon zarokên di navbera 5-17 salî de dixebitin. Ev jî dike ji sedî 7,8ê hemû zarokan.

Ji van zarokên karker 54 milyon di karên giran û metirsîdar de dixebitin. Ev kar rasterast gefê li tenduristî û ewlehiya wan dixwin.

Beşa herî dilsoj a vê tabloyê jî ew e ku nêzîkî 79 milyon zarokên karker (ji sedî 57) hîn gelekî biçûk in. Temenê wan di navbera 5 û 11 salî de ye.

Çima armanca 2025an pêk nehat?

Hat ragihandin, tevî ku ji 2000î û vir ve zêdetirî 100 milyon zarok ji jiyana karkirinê hatine dûrxistin jî di salên dawî de ev bipêşketin rawestiyaye.

Unalê destnîşan kir ku krîzên piştî sala 2020an zexta aborî ya li ser malbatên hejar zêde kiriye.

Malbatên ku aboriya wan têk çûye neçar mane zarokên xwe bişînin kar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst