Rayedarên Amerîkayê: Şiyana leşkerî ya Îranê hîn gelekî xurt e

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Tengava Hurmizê Pentagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çend rayedarên pilebilind ên Amerîkayê perde li ser zanyariyên îstîxbaratî hildan û ragihand ku şiyana leşkerî ya Îranê gelekî zêdetirî wê ye ku Koşka Spî û Pentagon bi eşkere qal dikin.

Li gorî zanyariyan, tevî êrişên giran jî hîn beşeke zêde ya stokên mûşekan û hêza deryayî ya Îranê parastî mane.

Kanala CBS Newsê ya Amerîkayê li ser zimanê sê rayedarên bilind ên Washingtonê belav kir ku heta destpêkirina agirbestê, nêzîkî nîvê stokên mûşekên balîstîk ên Îranê û pêgehên avêtina wan hîn wekî xwe mane û nehatine wêrankirin.

Nakokiya di navbera Trump û îstîxbaratê de

Ev zanyarî bi temamî berovajî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump û Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth in.

Trump roja sêşemê gotibû, "Me hêza deryayî û asmanî ya Îranê tune kir û serkirdeyên wan me nehîştin."

Wezîrê Şer jî “Operasyona Xezaba Dastanî" wekî serkeftineke dîrokî bi nav kiribû ku şiyana leşkerî ya Tehranê ji bo çend salan xistiye.

Lê belê raporên îstîxbaratî tabloyekî cuda nîşan didin.

Hêza deryayî û astengiyên li Hurmizê

Rayedarên ewlehiyê eşkere dikin ku nêzîkî ji sedî 60î hêza deryayî ya Supaya Pasdaran, bi taybetî qeyikên wan ên bilez hîn mane.

Her çend hêza deryayî ya asayî û keştiyên mezin ên Îranê zerereke zêde dîtibin jî, ew qeyikên ku ji bo "şerê mezin" hatine çêkirin hîn dikarin li Tengava Hurmizê astengiyên mezin çêbikin.

Doh çend qeyikên Îranî êrişî keştiyên bazirganî kiribûn.

Ev yek piştî daxuyaniya Trump a li ser dirêjkirina agirbestê pêk hat.

Têkildarî hêza asmanî jî rayedar dibêjin ku her çend zerer dîtibin jî, hîn du li ser sêyan (2/3) balafirên şer ên Îranê ji kar neketine û dikarin operasyonan bikin.

Hişyariya birêvebirê DIAyê

Birêvebirê Ajansa Îstîxbarata Parastinê ya Amerîkayê (DIA) James Adams di raporeke nivîskî de ji bo Kongreyê hişyarî da û nivîsî: "Îran hîn xwediyê hezaran mûşek û dronan e ku dikarin gefê li hêzên Amerîka û hevpeymanên wê yên li tevahiya herêmê bikin."

Li hemberî vê yekê, Berdevkê Pentagonê Sean Parnell parastina serkeftinên artêşa welatê xwe dike.

Wî got ku wan di nava kêmtirî 40 rojan de zêdetirî 13 hezar armanc li Îranê tunekirine.

Parnell her wiha amaje pê kir ku ji sedî 92yê keştiyên mezin ên Îranê hatine tunekirin û tiştê ku medya behs dike hewlek e ji bo kêmkirina girîngiya serkeftinên Amerîkayê.

“Operasyona Xezeba Dastanî" zincîreyeke êrişên giran ên asmanî û mûşekî yên Amerîkayê bû li ser binesaziya leşkerî û atomî ya Îranê ku ji 28ê Sibatê ve dest pê kiribû.

Her çend îdareya Trump tekeziyê li ser têkbirina temamî ya şiyana Tehranê dike jî, domandina êrişan a li Tengava Hurmizê û raportên nû yên îstîxbaratê nîşan didin ku Îranê hîn şiyana bersivdana leşkerî heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst