IOM: Mirina koçberên Îraqî û Sûriyeyî ji sedî 85 kêm bûye

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan IOM George Galindo Îran Îraq Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Rêxistina  Koçê ya Navneteweyî (IOM) ji Rûdawê re ragihand ku îsal 3 koçberên Îraqî û Sûriyeyî di rêya koçê de canê xwe ji dest da yan winda bûn.

Ev di demekê de ye ku di heman dema sala borî de ev hejmar 33 koçber bûn.

Berdevkê IOMê George Galindo bersiv da pirsên Edîtora Beşa Navneteweyî ya Rûdawê Niyaz Mistefa.

George Galindo got, "Îsal koçberekî Îraqî di rêya gihîştina welatên Ewropayê de canê xwe ji dest da lê par heta vê demê du koçber miribûn."

Amarên li ser koçberên welatên herêmê

Berdevk eşkere kir ku îsal 2 koçberên Sûriyeyî mirine yan winda bûne lê par ev hejmar 24 kes bûn.

Her wiha îsal ti koçberê Tirk yan Îranî di rêya xwe de rûbirûyî vê qederê nehatine.

Li gorî gotina George Galindo sala par 3 koçberên Îranî û 4 koçberên Tirk miribûn yan winda bûbûn.

George Galindo rîlibergirtina koçberan ji aliyê welatan ve, dersînorkirina penaxwazan û rûbirûbûna qaçaxçiyan wekî sedemên sereke yên kêmkirina mirina koçberan bi nav kir.

Metirsiya li Deryaya Navîn

Ji sala 2014an ve 80 hezar kesan di rêya koçê de canê xwe ji dest da yan winda bûn.

Ji vê hejmarê 7 hezar û 904 kes sala borî bûn.

Deryaya Navîn ji bo koçberan bûye rêya herî metirsîdar û tenê par 2 hezar û 485 koçberan li wir canê xwe ji dest da yan winda bûn.

Zererên civakî û yasayî

Rêxistinê amaje bi wê yekê kir ku ji sala 2014an ve mirina koçberan bandoreke aborî, derûnî, civakî û yasayî li ser 340 hezar kesên ji xizmên wan kiriye.

Her wiha niha nêzîkî 117 milyonî kes di nav awarebûna neçarî, penaxwazî û koçberiyê de dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst