Li Çînê di kana komirê de teqîn: Bi dehan mirî hene

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Çîn Teqîn Kana Komirê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Çînê ragihand ku ji ber teqîna gazê ya di kaneke komirê ya li bakurê Çînê de zêdetirî 80 kesî mirine.

Teqîn şeva înê li kana komirê ya Liushinyuyê ya li herêma Şansiyê ya Çînê dema ku 247 karker li binê erdê dixebitîn rû da.

Li gorî rapora kanala fermî CCTVyê heta niha mirina 82 kesan û windabûna 9 kesên din hatiye piştrastkirin.

Li gorî raporê, hejmara qurbaniyan pir bilez zêde bûye ku destpêkê tenê mirina 8 kesan hatibû ragihandin.

Serokê Çînê Şi Cinping xwest ku "hemû hewl" ji bo dermankirina birîndaran û lêpirsîna hûrgilî ya li ser bûyerê werin dayîn.

"Divê hemû sazî dersê ji vê karesatê wergirin"

Serokê Çînê tekez kir ku divê hemû herêm, dezgeh û sazî ji vê karesatê dersê wergirin û her dem li ser silametiya cihê kar hişyar bin ku rê li ber bûyerên mezin û diltezîn bigirin.

Ajansa Xinhuayê amaje pê kiriye ku ji ber bilindbûna rêjeya gaza yekemoksîda karbonê, gelek karkerên din li binê erdê asê mane û rewşa tenduristiya hinekan ji wan nebaş e.

Herêma Şansiyê yek ji navçeyên feqîr ên Çînê ye û wekî navenda sereke ya kanên komirê ya li wî welatî tê naskirin.

Her çi qas di çend salên borî de mercên silametiyê yên di kanan de hatibin başkirin jî bûyerên bi vî rengî pir ducare dibin çimkî pir caran rênimayî bi hûrgilî nayên bicihanîn.

Çîn bikarhênerê herî mezin ê komirê ye li cîhanê û herî zêde gazên zererker berdide nav hewayê.

Ev di demekê de ye ku ew welat bi lezeke pir zêde mijûlî bicihanîna pergalên enerjiya nûjenbar e ku ji vê qonaxê derbas bibe û bingeha nû ji bo sektora enerjiyê deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst