Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke Bloomberga Amerîkayê, Amerîkayê di şerê Îranê de zêdetirî 24 dronên cureyê MQ-9 (Reaper) winda kirine.
Bihayê zererên wan digihe nêzîkî milyarek dolarî.
Ev hejmar ji sedî 20ê hemû balafirên wî cureyî pêk tîne ku berî destpêkirina şer di depoyên Pentagonê de hebûn.
Çavkaniyeke agahdar ji Bloombergê re ragihand ku piraniya van dronan di dema firînê de ji aliyê hêzên Îranê ve hatine xistin.
Beşek ji wan jî li ser erdê û di encama êrişên bi mûşekan de hatine rûxandin yan jî rastî qezayan hatine.
Reaper yek ji balafirên herî biha û girîng ên Amerîkayê ye û bihayê her yekê 30 milyon dolar e.
Êdî li Amerîkayê ji bo artêşa Amerîkayê nayên hilberandin, lewma peydakirina şûna wan gelekî zehmet e.
Zerer ji texmînan zêdetir in
Li gorî agahiyên çavkaniyeke berpirs a ku nexwestiye navê wê were eşkerekirin, heta niha hêzên Amerîkayê herî kêm 24-30 balafirên Reaper winda kirine.
Ev amar ji rapora lêkolînê ya Kongreyê ku berê hatibû belavkirin gelekî bilindtir e.
Di rapora Kongreyê de behsa rûxandina kêmtirî 22 balafiran dihat kirin.
Berpirsa Beşa Siyaseta Parastinê ya Bloomberg Economicsê Becca Wasserê li ser vê mijarê got:
"Birêvebirina şer ji dûr ve hîn jî lêçûneke zêde dixwaze.
Her çi qasî ev balafir bêbalafirajo bin jî, gelekî giranbiha ne û hejmara wan kêm e.
Di heman demê de xeta wan a hilberînê ya çalak nemaye da ku bi hêsanî şûna wan were dagirtin."
Taybetiyên Reaperan
Bernavk: Wekî "Nêçîrvan-Kujer" tê naskirin çimkî hem ji bo çavdêriyê û hem jî ji bo êrişên leşkerî yên hûr tê bikaranîn.
Hilberîner: Ji aliyê şirketeke (General Atomics) Amerîkayê ve dihat çêkirin.
Şiyana firînê: Dikare zêdetirî 27 demjimêran bi berdewamî li asman bimîne. Ev yek wê dike amûreke bêhempa ji bo çavdêrîkirina armancan ji bo demeke dirêj.
Bilindahî û lez: Dikare heta 15 kîlometreyan ji asta deryayê bilind bibe û leza wê di demjimêrekê de digihe nêzîkî 480 kîlometreyî.
Çek û cebilxane: Reaper dikare çendîn cureyên çekên giran hilgire ku di nav wan de mûşekên "Hellfire" û bombeyên ku bi lazerê tên arastekirin hene.
Teknolojî: Xwediya pergaleke radara pir bipêşketî û kamerayên germî û dîtina hûr e.
Mesref: Lêçûna çêkirina her yekê nêzîkî 30 milyon dolarî ye.
Kontrolkirin: Ev dron bi rêya peykan ji nav Amerîkayê ve ji aliyê pîlot û tîmên teknîk ve tê arastekirin.
Zererên din ên Washingtonê
Amerîkayê ji xeynî dronan çendîn balafirên şer û pergalên radarê jî winda kirine.
Heta niha balafireke F-15E û balafireke A-10 li asmanê Îranê hatine rûxandin, divê were gotin ku pîlotên wan hatine rizgarkirin.
Lîste herî kêm 10 balafirên din ên cuda li xwe digire û di nav wan de balafira hişyariya pêşwext a E-3 û balafira veguhastina sotemeniyê ya KC-135 jî hen.
Dagirtina cihê wan dê milyaran dolarên din bixwaze.
Ev zererên bi milyar dolaran zexteke zêde dixin ser budceya Pentagonê, bi taybetî ku bi hezaran cebilxaneyên giranbiha yên wekî mûşekên Tomahawk di vî şerî de hatine bikaranîn.
Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê 28ê Sibatê dest pê kiribû û herêm xist nav krîzeke kûr a ewlehî û aborî.
8ê Nîsanê “agirbesteke lawaz” dest pê kiriye lê hîn asmanê Îranê ji bo balafirên Amerîkayê wekî herêmeke xeternak dimîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse