Bonn (Rûdaw) - Li bajarê Bonnê yê Almanyayê, konferansek bi navê "Şêwedana Jiyana Hevbeş, Pêvajoya Aştiyê û Perspektîfên Paşerojê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê" hat lidarxistin.
Konferans ji aliyê Komeleya Lêkolînên Aştiyê (QAD) ve hat organîzekirin û bi peyamên Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş dest pê kir.
Gelek kesayetên siyasî û akademîsyen beşdarî konferansê bûn da ku nêrînên xwe yên li ser avakirina paşerojeke demokratîk û hevbeş parve bikin.
Birêvebirê QADê û birayê Selahattîn Demîrtaş ê bi navê Suleyman Demîrtaş jî di konferansê de axivî.
"Hêviya me heye"
Suleyman Demîrtaş bal kişand ser rewşa hiqûqê û wiha got:
"Dil dixwaze, li welatekî ku bi rastî demokrasî û hiqûq tê de bi cih bûye, em bazirganî û hunerê bikin.
Lê mixabin hîn jê re maye, hêviya me heye. Di rewşên wiha de helbet ji bo pêwîstiya hiqûqê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hatiye dayîn.
Ji wê derê jî biryara bêtawanî û azadkirina Selahattîn Demîrtaş gelek caran hatiye dubarekirin."
"Divê mijara girtiyên siyasî di dîrokê de bimîne"
Suleyman Demîrtaş hêviya xwe ya ji bo berdana girtiyan anî zimên û got:
"Ez hêvî dikim, hem Selahattîn û hem jî girtiyên din ên siyasî demildest bên berdan.
Bi serbixweyî û bihêzbûna hiqûqê re li Tirkiyeyê destûreke nû bê amadekirin û mijarên girtiyên siyasî êdî bi dawî bibin û di dîrokê de bimînin."
Di nav beşdaran de siyasetmedarên ji HDP û DEM Partiyê û akademîsyenên ku li ser civak û dîroka Kurdan xebat kirine, amade bûn.
"Diyaspora li çareseriyê digere"
Parlamenterê berê yê Eyaleta Nordrhein-Westfalenê (NRW) yê ji Partiya Çep (Die Linke) Alî Atalan jî rewş nirxand û got:
"Ev konferans nîşan dide ku pêvajoya aştiyê di nav diyasporayê de jî xwedî girîngiyeke mezin e û Kurdên li derveyî welat bi awayekî çalak li rêyên çareseriyê digerin."
Kesên beşdarî konferansê bûne tekez kir ku ji bo paşerojeke hevbeş û demokratîk, divê diyalog û lêgerîna li rêyên çareseriyê berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse