Trump bi tundî li hemberî Mattis û McGurk axivî

23-12-2018
RÛDAW
Nîşan Amerîka Donald Trump Brett McGurk James Mattis
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Serokê Amerîkayê Dondal Trump piştî  destjikarberdana Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de Brett McGurk û Wezîrê Berevaniyê James Mattis, êrişî wan kir.

 

Serokê Amerîkayê Dondal Trump di du tiwîtên cuda de behsa Şanderê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê de Brett McGurk û Wezîrê Berevaniyê James Mattis kir.


Donald Trum dibêje ku serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jixwe James Mattis ji kar dûrxistibû, lê wî derfeteke din daye Mattis û hebûna wî wek pêwîstî dîtiye.


Di derbarê Brett McGurk de jî tund axivî û got: “Brett McGurk ku ez wî nas nakim, di sala 2015an de ji aliyê Serok Obama ve hatibû destnîşankirin, meha Sibatê karê wî bi dawî dibû, lê beriya wê dest ji kar kişand. Nûçeyên bêbingeh ev bûyera biçûk gelek mezin kir.”


Mattis û McGurk weke nerazîbûnekê li dijî biryara Trump bo vekşandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên Sûriyê dest ji kar berdan.


Trump dibêje, her serkirdeyekî din, biryara vekşîna hêzên Amerîka ji Sûriyê daba, dê biba qehremanê Amerîka, lê ji ber nûçeyên bêbingeh  bi xirabî li ser wî sekinî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst