Almanya (Rûdaw) - Fraksiyona Partiya Yekîtiya Demokrat a Xiristiyan (CDU) li Parlamentoya Herêma Schleswig-Holsteinê ya Almanyayê Newroza Kurdan pîroz kir.
Wezîra Karên Navxwe ya vê herêmê û Serokê Fraksiyona CDUyê beşdarî resepsiyona Newrozê bûn.
Her wiha Serperiştyarê Diyasporaya Kurdistanî yê Baregeha Barzanî û hinek Kurdên ku li bakurê Almanyayê dijîn jî tevlî şahiyê bûn.
Parlamentera Almanyayê ya ji Bakurê Kurdistanê Seyran Papo ku endama CDUyê ye, ew şahî organîze kir.
"Îro xemleke gelekî xweş bû"
Parlamenter Seyran Papo kêfxweşiya xwe ya ji bo resepsiyonê anî zimên û got:
"Xiristiyan, Misilman, Efxan, Îranî, Hindî û gelek mirovên curbicur hatibûn. Îro xemleke gelekî xweş bû."
Ebdula Îrmak beriya 46 salan çûye Almanyayê.
Wî wergeriya dosyeya koçberiyê ya hinek beşdarên ku li wê derê bûn kiriye.
Ew qîmetê lidarxistina Newrozê ya li parlamentoya wê herêmê baş dizane.
Niştecihê Almanyayê Ebdula Îrmak li ser mijarê got:
"Ez pir kêfxweş im ku gelê Kurd tevlî cîhanê bûye.
Berê li Ewropayê tiştên îdeolojîk dikirin û ji gel cuda bûn lê nifşê nû yê Kurdan bi civakê re pêwendî danîne û rêya wan vedibe."
"Em bi cilên Kurdî tên parlamentoyê"
Welatiyên Kurd ên vê herêmê dilxweş in ku Cejna Newrozê li navendên fermî tê pîrozkirin.
Ew ji piştgiriya desthilatdarên welatê xwe yê duyem a ji bo bîranînên niştimanî yên Kurdan kêfxweş in.
Nişteciha Almanyayê Nêrgiz Mihemedê got, "Em bi cilên xwe yên Kurdî tên parlamentoyê."
Her wiha niştecihê Almanyayê Ebdulqehar Sindî jî bal kişand ser hestên xwe yên neteweyî û got:
"Em hêvî dikin ku hemû Kurd piştgiriyê bidin Kurdistanê."
Diyasporaya Kurdistanî bi awayekî çalak di civaka Almanyayê de cihê xwe girtiye.
Kurdên diyasporayê dixwazin nasnameya bav û kalên xwe û nasnameya welatê xwe yê nû bi hev re biparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse