کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Abuzar Erdogan / Wêne: Arşîv

Abuzar Erdogan / Wêne: Arşîv

Cîhan

Siyasetmedarekî Kurd li Almanyayê bû serokê şaredariyê

RÛDAW

RÛDAW

24-03-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW24-03-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Abuzar Erdogan di hilbijartinên herêmî yên eyaleta Bavyerayê ya li başûrê Almanyayê de wekî Serokê şaredarê Rosenheimê hat hilbijartin.

Siyasetmedarê Kurd Abuzar Erdogan ji malbateke Kurd a Elewî ye û ji Mereşa Bakurê Kurdistanê ye.

Wî karî piştî 65 salan kursiyê serokê şaredariyê ji Yekitiya Xiristiyanan (CSU) bistîne û vegerînePartiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD).

Ji sedî 53,4ê dengan standin

Abuzar Erdoganê 33 salî, di gera duyem a hilbijartinên herêmî de ku 22yê Adara 2026an hatin lidarxistin, ji sedî 53,4ê dengan standin.

Dijberê wî Andreas März (CSU) jî ji sedî 46,6ê dengan bi dest xistin.

Abuzar Erdogan gulana îsal dest bi peywira Serokê şaredariya Rosenheimê bike.

Partiya wî gulana 2025an ew wekî nazedê Şaredariya bajarê Rosenheimê nîşan dabû.

Wê demê siyasetmedarê Kurd di Meclisa Bajêr de Alîkarê Serokê Fraksiyona SPDyê bû.

“Pêdiviya Rosenheimê bi siyaseteke aborî heye”

Abuzar Erdogan derbarê bernameya xwe de got:

“Ji ber ku baweriya min bi şiyanên vî bajarî heye ez dibim namzed.

Pêdiviya Rosenheimê bi siyaseteke aborî ya dûrbîn heye.”

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku peydakirina xaniyên erzan û birêvebiriyeke nûjen a xizmetguzariyê karên wî yên serekî ne û got:

"Beriya her tiştî, ez dixwazim Rosenheim wekî bajarekî bimîne ku tê de pirrengî wekî hêzekê tê dîtin.

Ez bajarekî vekirî, sîngfireh û mirovane dixwazim."

Rosenheim dikeve başûrê rojhilatê eyaleta Bavyerayê û zêdetirî 65 hezar kes lê dijîn.

Serokê şaredarê nû yê Kurd tekez kir ku pirrengiya bajêr ji bo wî gelekî girîng e.

Ji parêzeriyê ber bi serokê şaredariyê ve

Abuzar Erdogan sala 1993yan li Rosenheimê ji dayîk bûye.

Wî li Zanîngeha Ludwig-Maximilians a Munchenê hiqûq xwendiye.

Piştî derçûnê, wekî parêzerê pisporê Yasaya Aboriyê xebitiye.

Ezmûna Abuzar a di siyaseta herêmî de, sala 2009an bi endambûna SPDyê dest pê kir.

Wî her wiha di baskên ciwanan ên partiya xwe de jî xizmet kiriye.

Pirsên