Jim Mattis: Bidawîanîna şer radestkirina Tengava Hurmizê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Jim Mattis Amerîka Tengava Hurmizê Îran Donald Trump Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berê yê Parastinê yê Amerîkayê Jim (James) Mattis li ser şerê li gel Îranê daxuyanî dan.

Jim Mattis got, "Bidawîanîna şerê niha, ji bo desthilatdarên Tehranê tê wateya radestkirina kontrola Tengava Hurmizê."

Jim Mattis diyar kir ku Tengava Hurmizê şahdamara enerjiya cîhanê ye.

Jim Mattis li wîlayeta Teksasê beşdarî konfiranseke taybet bi enerjiyê bû.

Mattis di konferansê de got, eger îdareya Trump niha şer bide rawestandin, Îran dê xwe wisa nîşan bide ku bi ser ketiye.

Mattis bal kişand ser mijara Tengava Hurmizê û got:

"Eger em niha serkeftinê rabigihînin, Îranî dê bibêjin 'Tengav a me ye'.

Wê demê hûn dê bibînin, ew dê ji her keştiyeke ku di wir re derbas bibe bacê bistînin."

Wezîrê Berê yê Parastinê yê Amerîkayê anî zimên ku Washington di rewşeke gelekî zehmet de ye û zêde bijarde li ber destê wê nînin.

Derfet ji bo dan û standinan

Serokê Amerîkayê Donald Trump, biryar dabû ku ji bo 5 rojan êrişên asmanî yên li ser jêrxana enerjiyê ya Îranê bide rawestandin.

Armanca vê biryarê ew e ku derfet ji bo dan û standinan were dayîn.

Daxuyaniya Mattis piştî vê biryara Trump hat.

Piştî biryara Trump, li bazarên cîhanê bihayê bermîleke petrolê daket 90 dolarî.

Ev di demekê de ye ku ji ber şer, bihayê bermîleke petrolê heta nêzîkî 120 dolarî jî bilind bûbû.

Mattis derbarê îhtîmala peymaneke di navbera Amerîka û Îranê de jî bi guman e.

Mattis got, "Ti alî nikare aliyê din neçar bike ku pêgeha xwe cîh bihêle."

Wî her wiha destnîşan kir ku di dîrokê de ti carî tenê hêza asmanî nebûye sedema guherîna desthilatekê.

Krîzeke mezin li cîhanê

Tengava Hurmizê yek ji rêyên bazirganiyê yên herî girîng ên cîhanê ye.

Ji sedî 20ê petrola cîhanê di Tengava Hurmizê re derbas dibe.

Lê ji dema ku şer dest pê kiriye ve, çûn û hatina di Tengava Hurmizê re gelekî sînordar bûye.

Vê rewşê jî krîzeke mezin li cîhanê çêkiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst