Macron û Pizîşkiyan axivîn: 'Êrişan rawestînin'

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Emmanuel Macron Mesûd Pizîşkiyan Îran Fransa Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan re peyivî.

Macron daxwazên xwe yên "lezgîn" gihandin Tehranê û xwest êrişên li herêmê rawestin û 2 welatiyên Fransayî yên li Îranê girtîne werin berdan.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron li ser pêwendiya xwe ya bi Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan daxuyaniyek belav kir.

Macron got, "Min tekezî li ser pêwîstiya rawestandina wan êrişên neqebûlkirî kir ku li hemberî welatên herêmê tên kirin."

Banga ji bo Tengava Hurmizê û dan û standinan

Serokkomarê Fransayê di peywendiya telefonî de daxwaza parastina binesaziya enerjiyê û saziyên sivîl kir.

Macron her wiha tekezî li ser "vegerandina azadiya çûn û hatina deryayî ya li Tengava Hurmizê" kir.

Macron derbarê bernameya nukleerî û mûşekî ya Îranê de bangî Tehranê kir ku bi "niyeteke pak" beşdarî dan û standinan bibe da ku rêyek ji bo kêmkirina aloziyan were dîtin.

Macron anî zimên, "Divê Îran bersiva dilgiraniyên civaka navneteweyî bide ku derbarê bernameya nukleerî, balîstîk û çalakiyên wê yên têkder ên li herêmê de hene."

Çarenivîsa du girtiyên Fransayî

Mijareke din a dan û standinên Macron û Pizîşkiyan, çarenivîsa wan welatiyên Fransayî bû ku li Îranê hatine girtin.

Serokkomarê Fransayê xwest ku Cecile Kohler û Jacques Paris "di dema herî nêzîk de" bên berdan û vegerin Fransayê.

Cecile Kohler û Jacques Paris du welatiyên Fransayî ne ku ji Gulana 2022yan ve bi tohmeta "sîxuriyê" li Îranê hatine girtin.

Fransa wan tohmetan bi berdewamî red dike.

Her du welatî her çend Çiriya Paşîna 2025an ji girtîgehê hatibin berdan jî hêj "qedexeya geştê" li ser wan heye û li Balyozxaneya Fransayê ya li Tehranê dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst