Trump: Agirbesta Îsraîl û Libnanê 3 hefteyan tê dirêjkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îsraîl Libnan Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de dê 3 hefteyan were dirêjkirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ku nûnerên Îsraîl û Libnanê li Koşka Spî qebûl kirin, li ser hesabê xwe yê tora civakî derbarê agirbesta Îsraîl û Libnanê daxuyaniyek da.

Donald Trump bal kişand ser civîna li Ofîsa Oval a ku nûnerên Amerîkî, Îsraîlî û Libnanî tê de amade bûn û got:

"Civîn gelekî baş derbas bû. Amerîka dê ji bo ku xwe ji Hizbulahê biparêze dê hevkarî û alîkariya Libnanê bike.

Agirbesta di navbera Îsraîl û Libnanê de dê 3 hefteyan were dirêjkirin."

"Dê hevdîtineke dîrokî be"

Serokê Amerîkayê her wiha anî ziman ku ew bi kelecan li benda wê yekê ye ku di paşerojeke nêzîk de Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Serokkomarê Libnanê Joseph Aoun li Koşka Spî qebûl bike.

Trump teqez kir ku ew dixwaze di pêvajoya agirbesta 3 hefteyî ya zêde de Aoun û Netanyahu li Koşka Spî qebûl bike û ev hevdîtin dê xwedî girîngiyeke "dîrokî" be.

Trump diyar kir, mafê Îsraîlê heye ku her tim xwe li hemberî êrişên Hizbulahê biparêze û wiha nirxand:

"Heger gule li Îsraîlê werin reşandin, dê neçar bimîne xwe biparêze û dê vê yekê jî bike.

Heger neçar nemînin vê yekê bikin dê baş be lê heger tiştek bibe dê neçar bimînin xwe biparêzin û dê vê yekê jî bi baldarî bikin."

Li aliyê din, Trump destnîşan kir ku divê Îran piştgiriya xwe ya ji bo Hizbulahê qut bike û teqez kir ku ev yek ji bo lihevkirina Îranê ya bi Amerîkayê re "pêwîstiyek" e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst