Hunt: Nebûna rêkevtinekê li ser Brêkzîtê zirarê digihîne Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê

24-07-2018
RÛDAW
Nîşan Brîtanya Jeremy Hunt Almanya Heiko Mass Brêkzît
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Brîtanyayê ragihand, nebûna rêkevtinê li ser derketina wî welatî ji Yekîtiya Ewropayê metirsiyeke rasteqîne ye û ziyanên aborî û siyasî digihîne herdu aliyan.

 

Jeremy Hunt roja Duşembiyê di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, li gel hevtayê xwe yê Almanî Heiko Mass li Berlînê rexne li nebûna rêkevtineke derbarê Brêkzîtê di navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê de girt.

 

Jeremy Hunt ragihand, nebûna rêkevtinekê di derbarê pêwendiyên navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê de û li ser pirsa Brêkzîtê (derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewropayê), metirsiyeke rasteqîne ye. Bi gotina Hunt, di egera nebûan rêkevtinê de, zirarên aborî û siyasî digihîje her du aliyan.

 

Wezîrê derve yê Brîtanyayê diyar kir, niha xelkê Yekîtiya Ewropayê wiha hizir dikin, ku divê demeke zêdetir çaverê bikin, di heman demê de Brîtanî jî bi heman awayî, lê pêwîst e herdu alî bigihîjin rêkevtinê.

 

Di 23ê Hezîrana 2016an de û dema ku David Cameron serokwezîrê Brîtanya bû, referandumek jibo derketina Brîtanya jiYekîtiya Ewropayê li wî welatî hat lidarxistin û di encamê de xelkê wî welatî bi rêjeya 72.2%ê dengê belê biryar li ser derketina welatê xwe ji nav refên Yekîtiya Ewropayê dan.

 

Tevî pêçveneçûna gotûbêjên navbera Brîtanya û Yekîtiya Ewropa li ser mijara Brêkzîtê, parlamentoya Brîtanyayê bi awayekê yekalî roja 29ê Adara 2019an weke roja derketina ji Yekîtiya Ewropayê diyar kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst