Gelo helwesta Amerîkayê ya li beramberî Rojavayê Kurdistanê guheriye?

25-01-2024
Nîşan Amerîka Rojavayê Kurdistanê Êriş Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku helwesta wan a li bermaberî Rojavayê Kurdistanê neguheriye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi rêya e-mailê bersiv da pirsên Rûdawê yên li ser aloziyên Rojhilaya Navîn û êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê.

“Amerîka gelekî nîgeran e”

Wî berdevkî amaje pê kir ku êrişên Tirkiyeyê zerere didin xelkê sivîl û ragihand:

“Amerîka ji ber êrişên li bakurrojavayê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) û bandora wan êrişan a li ser xelkê sivîl û jêrxanê gelekî nîgeran e.

Amerîka dîsa ji ber bandora van êrişan a li ser operasyonên xwe yên ji bo nehiştina DAIŞê jî nîgeran e.”

“Helwesta me neguheriye”

Berdevkê Amerîkayê li ser helwesta welatê xwe jî destnîşan kir, “Helwesta me ya li beramberî Rojavayê Kurdistanê neguheriye.

Em bi berdewamî piştigiriyê didin ku agirbest bidome û em dixwazin ku tundî were kêmkirin.

Divê hemû alî rêzê li herêmên agirbestê bigirin û agirbestê biparêzin.

Herwiha dive çalakiyên tundiyê kêm bikin da ku aramiya Sûriyeyê bi pêş ve bibin.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê diyar kir, ew ji her du aliyan dixwazin ku ji bo çareseriyeke siyasî û kêmkirina aloziyan bixebitin.

Tirkiyeyê demên dawiyê êrişên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê zêde kirine.

Tirkiye di van êrişan de jerxana sivîl û saziyên xizmetguzariyê dike hedef.

Tirkiyeyê 15ê vê mehê jî Dadgeha Gel a Qamişloyê û li Rimêlanê jî çend cihên pîşesaziyê û parzûngeheke petrolê kirin hedef.

14ê vê mehê jî li Rimêlanê Stasyona Karebaya ya Swêdiyeyê, kargehek û depoyeke gazê bûn hedefa êrişên Tirkiyeyê.

Stasyona Karebaya ya Swêdiyeyê ya li Rimêlanê çavkaniya sereke ya karebaya Rojavayê Kurdistanê ye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê 13ê mehê ragihandibû ku li Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke gerîlayên PKKyê de 9 leşkerên wan hatine kuştin û çar leşkerên wan jî hatine birîndarkirin.

Tirkiye piştî kuştina van leşkerên xwe êrişî Rojavayê Kurdistanê dike û sivîl ji van êrişan xisareke zêde dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst