Axios: Îran ji xefikeke nû ya Trump ditirse

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Amerîka Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Raporeke Axiosê diyar dike ku rayedarên Îranê ji "pêngava nû ya aştiyê ya Donald Trump" bi guman in.

Wan ji aliyên navbeynkar re gotiye, "Em heta niha du caran ji aliyê Trump ve hatine xapandin û naxwazin cara sêyem rastî heman tiştî bên."

Li gorî gotinên kesên ku ji ajansa Axiosê re axivîne, Îranî balê dikişînin ser du bûyerên berê.

Di wan bûyeran de Trump dema nêzîkbûna peymanê, çiraya kesk ji bo êrişên ji nişka ve pê xistiye.

Hezîrana borî: Tenê çend roj beriya destpêkirina xuleke nû ya dan û standinan, Îsraîlê bi piştgiriya Trump êrişî Îranê kir.

Sê hefte berê: Tenê du roj piştî ku li Cenevreyê gihîştin peymaneke destpêkê ji bo berdewamkirina gotûbêjan, Amerîka û Îsraîlê şerê niha da destpêkirin.

Niha Amerîka guşarê dike da ku heta roja pêncşemê li bajarê Îslamabadê yê Pakistanê civîneke rûbirû di navbera şandeyên her du aliyan de pêk were.

Şêwirmendekî Trump ji Axiosê re gotiye, "Destekî Trump ji bo peymanê vekirî ye û destê din jî mist e.

Ew li bendê ye ku kengî boksekê biavêje."

Ev nîşana wê yekê ye ku Washington dixwaze di bin gefa şer de dan û standinan bike.

Koşka Spî ji bo nîşandana cidiyeta xwe pêşniyar kiriye ku Alîkarê Serokê Amerîkayê JD Vance rasterast beşdarî dan û standinan bibe.

Steven Witkoff pêşniyara Vance kiriye çimkî Îranî wî wekî "teyrekî nêçîrvan ê şerxwaz" nabînin û meqamê wî jî giraniyekê dide hevdîtinan.

Plana 15 xalî û şerê li ser erdê

Li gorî rojnameya New York Timesê, Îranê sibeha roja duşemê bi rêya navbeynkarên wekî Pakistan, Misir û Tirkiyeyê plana 15 xalî ya Amerîkayê wergirtiye.

Di vê planê de mijarên wekî bidawîkirina şer, vekirina Tengava Hurmizê, rakirina cezayan û garantiya atomê cih digirin.

Tevî hewldanên dîplomatîk, ti guhertin di fermanên leşkerî yên Pentagonê yên ji bo Fermandariya Navendî (CENTCOM) de nehatine kirin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Pete Hegseth, piştî ku Trump ferman da ku guşarên leşkerî tundtir bikin got, "Em bi rêya bombeyan dan û standinan dikin."

Rayedarên Amerîkî û Îsraîlî ji Axiosê re gotiye eger dan û standin dest pê bikin jî planên wan ji bo 2-3 hefteyên din ên şer hene.

Niha bi hezaran leşkerên deryayî û tîmên bijarte yên asmanî ber bi herêmê ve di rê de ne.

“Diyariya Îranê” ya ji bo Amerîkayê

Trump îdia kir ku Îranê "diyariyeke" biha û mezin ji Amerîkayê re şandiye ku bi derbasbûna petrol û gazê ya di nav Tengava Hurmizê re têkildar e.

Trump di wê baweriyê de ye ku ev nîşaneya wê yekê ye ku ew li Tehranê bi "kesên rast" re dan û standinan dikin, çimkî tiştê ku soz dabûn bi cih anîn.

Axios balê dikişîne ser wê yekê ku daxwaza sereke ya Îranê rawestandina bombebaranê ye.

Lê Amerîka dixwaze bizanibe ka Tehran amade ye wan tawîzên ku berê red dikirin bide yan na.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst