Pakistanê pêşniyara 15 xalî ya Amerîkayê gihand Îranê

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Pakistan Pêşniyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di bipêşketineke dîplomatîk de Pakistan wekî navbeynkareke sereke yê di navbera Amerîka û Îranê de derket pêş.

Li gorî hinek çavkaniyan, Pakistanê pêşniyareke Amerîkayê ya ku ji 15 xalan pêk tê gihandiye Tehranê.

Ev înîsyatîv nîşana destpêkirina qonaxeke nû û gur a dîplomasiyê ye ku li gel operasyonên leşkerî yên berdewam tên lidarxistin.

Rola Pakistanê di navbeynkariyê de

Li gorî wan berpirsên ku agahdarî hûrgiliyan in, Serokerkanê Pakistanê Asim Munîr rola navbeynkariya sereke dilîze.

Ew ji bo nêzîkkirina her du aliyên şer, sûdê ji pêwendiyên xwe yên xurt ên li gel Supaya Pasdaran a Îranê û berpirsên din ên Îranê werdigire.

Li gorî medyaya Amerîkayê, Asim Munîr ji bo pêşniyarkirina mêhvandariya dan û standinên rasterast, pêwendî bi Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re daniye.

Ev hewldan bûye xwedî piştgiriya eşkere ya Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf.

Şerîf li ser hesabên xwe yên medyaya civakî ragihand ku welatê wî "ji bo bidawîkirina şer bi temamî piştgiriyê dide hewldanên berdewam ên ji bo hilbijartina rêya diyalogê."

Operasyonên leşkerî û dîplomasî

Di demekê de ku îdareya Donald Trump hewldanên xwe yên ji bo dîtina rêyeke dîplomatîk zêde kirine, tekez dike ku operasyonên leşkerî dê bidomin.

Berdevka Koşka Spî Karoline Leavittê piştrast kir ku li ser bijardeyên dîplomatîk nîqaş tên kirin lê daxuyand ku operasyonên leşkerî dê berdewam bikin.

Leavittê got, "Di demekê de ku Serok Trump û tîma wî ya dan û standinan li ser vê derfeta nû ya dîplomasiyê hûr dibin, operasyona 'Hersa Dastanî' (Epic Fury) ji bo bidestxistina armancên leşkerî yên ku ji aliyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Pentagonê ve hatine diyarkirin bêyî rawestan didome."

Naveroka pêşniyara Amerîkayê

Li gorî berpirsên ku hûrgilî dane medyaya Amerîkayê, pêşniyar ji Îranê dixwaze ku şiyanên xwe yên bipêşxistina çekên nukleerî hilweşîne, hemû çalakiyên dewlemendkirina uranyumê rawestîne û uranyuma dewlemendkirî ya di destê xwe de radestî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bike.

Her wiha daxwaza bidawîkirina piştgiriya Îranê ya ji bo komên hevalbendên wê yên li herêmê dike û sînorekî ji bo bernameya mûşekî datîne.

Li hemberî vê yekê, plan rakirina cezayên navneteweyî û pêşkêşkirina alîkariya Amerîkayê ya ji bo bernameyeke nukleerî ya sivîl li xwe digire.

Astengiyên li ber dan û standinan

Digel vê yekê, rêya dan û standinan rûbirûyî astengiyan dibe.

Hîn ne zelal e ka Îsraîl piştgiriyê dide vê pêşniyarê yan na.

Her wiha heta niha ji bo biryardana li ser mijarên şer û aştiyê pêkhateyeke zelal a desthilatê derneketiye holê.

Ev rewşa ne aram a navxweyî ligel metirsiya êrişên zêdetir, wiha kiriye ku civaka navneteweyî ji wê yekê piştrast nebe ka dê hewldanên dîplomatîk ên Amerîkayê li Tehranê bibin xwedî mixetab yan na.

14 daxwazên îdareya Trump ji Îranê

Li gorî hinek raporan, 14 ji wan 15 daxwazên ku tê gotin îdareya Trump gihandine Îranê ev in:

1 - Divê Îran şiyanên xwe yên nukleerî yên niha hilweşîne.

2 - Divê Îran soz bide ku ti carî hewl nade çekên nukleerî bi dest bixe.

3 - Nabe li ser axa Îranê ti dewlemendkirina uranyumê hebe.

4 - Divê Îran uranyuma xwe ya dewlemendkirî radestî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bike.

5 - Divê saziyên nukleerî yên Netenz û Esfehanê û stasyona dewlemendkirina sotemeniyê ya Fordoyê werin hilweşandin.

6 - Divê destûr were dayîn ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê bi temamî bigihe saziyên nukleerî yên Îranê.

7 - Îran dev dest ji komên nêzîkî xwe yên li herêmê berde.

8 - Îran divê fînansekirin, birêvebirin û çekdarkirina komên nêzîkî xwe rawestîne.

9 - Divê Tengava Hurmizê vekirî bimîne.

10 - Divê bernameya mûşekî ya Îranê ji aliyê dûrahî û hejmarê ve were sînordarkirin.

11 - Îran divê bikaranîna mûşekan tenê ji bo parastina xwe sînordar bike.

12 - Bidawîkirina wan cezayên ku ji aliyê civaka navneteweyî ve hatine sepandin.

13 - Alîkariya Amerîkayê ya ji bo bipêşxistina bernameyeke nukleerî ya sivîl.

14 - Rakirina mekanîzmaya "snapback" ku rê dide cezayên navneteweyî bixweber vegerin heke Îran pêbendî mercan nebe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst