Berlîn (Rûdaw) - Cîvaka Kurd a Almanyayê li nivîsgeha Herêma Baden-Wurttembergê ya li Berlînê, bi amadebûna berpirsên hikûmetê, nûnerên partiyên siyasî yên Almanyayê û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ahengeke mezin a Newrozê û Sersala Nû ya Kurdan li dar xist.
Wezîra Perwerdeyê ya Almanyayê Karin Prien, di dema beşdariya xwe ya ahengê de ji bo berxwedan û vîna wan pesnê gelê Kurd da.
“Ez heyranê gelê Kurd im”
Karin Prienê diyar kir ku ew gelekî ji wê hêza ku di Newrozê de derdikeve holê bandor dibe û got:
"Ez heyranê gelê Kurd im ku li Almanya û li piraniya welatên din ên cîhanê ji bo azadiyê, mafên mirovan û ji bo çarenivîsa xwe li ber xwe didin.
Di van demên ku şer careke din li Rojhilata Navîn serî hildaye û Kurd careke din ji ber pevçûnan dinalin jî ev hêz û hêvî heye.
Tişta ku pir bi bandor e ew e ku tevî hemû nexweşiyan jî hîn dikarin dilxweş bin, cejnê pîroz bikin û bawer bikin ku rewş dê ber bi başiyê ve biguhere.
Ev hêz û hêvî rastiyeke pir bi bandor û balkêş e."
Cîvaka Kurd a Almanyayê hewl dide bibe pireke pêwendiyê di navbera hikûmeta Almanyayê û Kurdên li wî welatî dijîn.
Karê vê saziyê yê sereke parastina çand, ziman û meşandina çalakiyên siyasî û civakî ye.
#VÎDEO - Newroz li Berlînê jî hat pîrozkirin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) March 25, 2026
🎙️ Karin Prien: Gelê Kurd ji bo azadiyê li ber xwe dide û ez heyrana gelê Kurd im
🎙️ Alî Toprak: Divê em nîşanî dijminên xwe bidin ku gelê Kurd yek e û me mil daye hev #Newroz pic.twitter.com/ZFDQWjArHU
“Hûn nikarin me bişkînin”
Serokê Cîvaka Kurda a Almanyayê Ali Ertan Toprak, bal kişand ser giringiya parastina nerîtên Kurdan û wiha peyivî:
"Nabe em rê bidin ku dijminên me nerîtên me û tîbûna me ya azadî û hêviyê bidizin.
Çalakiyeke bi vî rengî giring e, ne tenê ji bo ku Kurd li hev kom bibin, lê belê ji bo nîşandana ji hemû dijminên me yên li seranserê cîhanê re ku gelê Kurd yek e.
Em mil bi milê hev rawestiyane, hûn nikarin me bişkînin; ev jî yekane sedem e ku pîrozkirina Newrozê tew di vê rewşa niha de giring e were kirin."
Di ahengê de nûner û mêvanên ji parçeyên cuda yên Kurdistanê jî peyamên xwe dan û tekezî li ser ruhê berxwedanê yê Newrozê kir.
“Newroz cejna serhildanê ye”
Mêvanê ji Rojhilatê Kurdistanê Behroz Yensarî li ser wateya Newrozê got:
"Cejna Newrozê cejna serhildan û berxwedanê ye. Her çi qasî rewş ne xweş be jî Kurd qet nakevin.
Bi sedan sal in li her çar parçeyên Kurdistanê li me didin û me dikujin lê nikaribûn me ji holê rakin."
Her wiha mêvana Kurd a Êzidî Xenzad Xalid Heyderê jî diyar kir ku ev pîrozbahî nîşana hêza Kurdan e û got:
"Em Kurd wextê ku şer çêbibe jî em nakevin, em bi hêz in. Ev Newroz nûroj e û dê ji bo me bibe destpêkek nû."
Di dawiya ahengê de berpirsên Almanyayê piştgiriya xwe ji bo têkoşîna Kurdan a di rêya demokrasî û azadiyê de nîşan da û wan destnîşan kir ku divê piştgirî li daxwazên Kurdan were kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse