Guterres: Şerê Îranê ji kontrolê derketiye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Antonio Guterres Neteweyên Yekbûyî Amerîka Îran Îsraîl Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ragihand ku şerê Îranê gihîşt de asta herî metirsîdar ku berê nedihat xeyalkirin.

Antonio Guterres diyar kir ku ev şer cîhanê ber bi şerekî berfirehtir û karesateke aborî ya kûr ve dibe.

Guterres eşkere kir ku wî ji bo serkirdayetiya hewildanên aştiyê nûnerê taybet diyar kiriye.

Antonio Guterres di konferanseke rojnamegeriyê de got, "Piştî zêdetirî sê hefteyan, şer ji kontrolê derketiye.

Dema wê hatiye ku meriv dev ji lûtkeyên leşkerî berde û vegere ser rêzgirtina tam a yasayên navneteweyî."

Şerê Îranê û girtina Tengava Hurmizê

Sekreterê Giştî peyameke zelal da Amerîka û Îsraîlê û got, "Dema wê hatiye ku hûn dawî li vî şerî bînin.

Çimkî êşên mirovî kûr dibin û encamên aborî wêrankertir dibin."

Wî her wiha bangî Îranê kir ku êrişên xwe yên li welatên cîran rawestîne ku ew ne aliyên vî şerî ne.

Guterres li ser metirsiya berdewamiya girtina Tengava Hurmizê hişyarî da û ragihand:

"Girtina demdirêj a tengavê, çûn û hatina petrol, gaz û heta gubreya kîmyewî jî asteng kiriye.

Ev yek di wexteke hestiyar a çandiniyê ya cîhanê de metirsiyeke mezin çêdike."

Guterres eşkere kir ku wî "Jean Arnault" wekî nûnerê xwe yê taybet ê ji bo xebata li ser vî şerî diyar kiriye.

28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da.

Îranê di çarçoveya bersivdayîna xwe de êrişî welatên Kendavê kir û ji roja duyem a şer ve Tengava Hurmizê girt.

Li gorî amarên saziya enerjiyê ya Amerîkayê, berî şer rojane 20 milyon bermîl petrol di tengavê re dihat şandin ku ev ji sedî 20ê petrola hinartî ya cîhanê bû.

Şerê Libnanê û hişyariya ‘Modela Xezeyê’

Sekreterê Giştî di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser aloziyên li Libnanê û tekez kir ku divê li wir jî şer raweste û wiha got:

"Divê Hizbulah êrişên xwe yên li Îsraîlê rawestîne û divê Îsraîl jî êrişên xwe yên li Libnanê bisekinîne ku herî zêde zirar gihîştiye sivîlan."

Antonio Guterres hişyariyeke tund da û ragihand, "Nabe ku modela Xezeyê li Libnanê ducare bibe."

Guterres destnîşan kir ku niha bazarên cîhanî di nava aloziyê de ne û herî zêde welat û gelên xizan zirarê dibînin ku ti berpirsyariya wan di vî şerî de nîne.

Guterres di dawiyê de ducare kir ku tenê rêya rizgariya ji vê karesatê dîplomasî û vegera li aştiyê ye.

Hizbulahê ji roja duyem a şer ve ji bo tola kuştina Rêberê Îranê Elî Xaminêyî êrişî Îsraîlê kir û Îsraîlê jî bi bombebaran û êrişên bejayî bersiv da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst