Moskow (Rûdaw) - Li bajarê Vladîvostok ê Rûsyayê yekemîn hevdîtina Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un bi dawî hat. Hevdîtin di serî de bi awayekî rûbirû birêve çû û paşê bi gotûbêjên bi beşdariya rayedarên ji herdu aliyan berdewam kir.
Dîplomatê Rûs tekez dike ku piştî serneketina hevdîtina dawî ya Kim Jong Un bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re, serdana wî bo Rûsya û hevdîtina wî li gel Putin giringiyeke mezin bi xwe ve digre.
Cîgirê Serokê Civata Karûbarên Navneteweyî ya Rûsyayê Gleb Îvaşentsev ji Rûdawê re ragihand: “Kim Jong Un fêm dike ku pirsgirêk tenê bi Amerîkayê re nayê çareserkirin. Ji ber ku Amerîka pêgirî bi rêkeftinên xwe namînin. Lê pêwîstiya Koreya Bakur bi garantiya ewlehiyê heye. Tenê peymaneke navneteweyî ya berfireh dikare garantiyek bide. Û Rûsya jî dikare di wê peymanê de yek ji rolên sereke bilîze.”
Vladimir Putin û Kim Jong Un piştî hevdîtinan ti belge îmze nekirin û daxuyanîya hevbeş jî nedan. Pisporên serbazî dibêjin, li pişt deriyan, Putin û Kim Jong Un tunekirina çekên atomî yên Koreya Bakur gotûbêj kirine.
Pisporê serbazî Vladimir Yevseyev ji Rûdawê re eşkere kir: “Rûsya dikare derfeteke garantîkirî ji bo tunekirina serikên atomî ji Koreya Bakur re pêşkêş bike. Derfetên me di vê hêlê de gelek in. Ev yek di berjewendiya Koreya Bakur de ye jî, anku Koreya Bakur serikên atomî venaguhêze Amerîkayê, ji xwe ev yek ne mumkun e, venaguhêze Koreya Başûr û Japonya jî. Hemû serikan tîne Rûsyayê û Rûsya garantiya tunekirina wan serikan hildigre ser xwe.”
Piştî hevdîtina xwe ya li gel Kim Jong Un, Serokê Rûsyayê ji bo beşdarîkirina di Korbenda Yek Kember, Yek Rê de, wê biçe Pekîna paytexta Çînê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse