Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Teksasê ya Amerîkayê mamosteyek ji ber "pêwendiya wê ya neguncav a bi xwendekaran re" hat desteserkirin.
Angela Palmaresa 27 salî roja çarşemê li navçeya Bellê yê Teksasl hat desteserkirin.
Li gorî New York Postê, mamosteya ciwan bi "pêwendiya neguncav a di navbera perwerdekar û xwendekaran de" tê tohmetbarkirin.
Ev jî di qanûnan de wekî tawaneke pileya duyem tê dîtin.
Li gorî qeydên girtîgehê, Angela Palmares niha bi kefaleta 150 hezar dolarî di girtîgehê de ye.
Berpirsan polîs agahdar kir
Berpirsên dibistanê dît ku mamoste li derveyî saetên dibistanê bi rêya medyaya civakî bi xwendekaran re pêwendiyan datîne.
Li ser vê yekê berpirsan polîs agahdar kir û ew mamoste hat girtin.
Birêvebirê Llano Independent School Districtê bi nameyekê agahî da malbatan.
Lê ne ofîsa şerîf û ne jî birêvebiriya dibistanê li ser naveroka wan pêwendiyan ti hûrgilî nedan.
Her wiha hîn ne zelal e ka çend xwendekar ketine nav vê bûyerê û temenê wan çend e.
Navê wê ji lîsteyê hat derxistin
Li gorî agahiyên Ofîsa Şerîf a Herêma Llanoyê, Palmaresê herî dawî 2yê Nîsanê kar kir.
Piştî bûyerê navê wê yekser ji lîsteya mamosteyan hat derxistin.
Mac Edwards li ser lêpirsîna ku didome da zanîn ku dibistan bi malbatên xwendekaran re di nava pêwendiyê de ye.
Edwards destnîşan kir ku ew wan tohmetan gelekî cidî dibînin û ji bo dabînkirina jîngeheke ewle hewl didin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse