Dusseldorf (Rûdaw) - Darizandina Kurdekî niştecihê Almanyayê bi navê Kerîm A., ku 36 salî ye, bi tohmeta kuştina bav û xwişka xwe dest pê kir.
Havîna borî, bi sedema pirsgirêkeke malbatî Kerîm ji Almanyayê çûbû Kurdistanê.
Pirsgirêk di navbera xwişka wî Şêrîn û birayê wî Şivan de li Kurdistanê derdikeve.
Bavê wan ji bo çareserkirina pirsgirêkê vegeriyaye Kurdistanê û piştgiriya keça xwe kiriye ku bi sedema wê Şivan hatiye girtin.
Li hemberî vê yekê, Kerîm ji bo piştgirîkirina birayê xwe vegeriyaye Kurdistanê.
Şeva 20ê Tîrmeha 2025an, bav û xwişka wî li mala wan li Gundê Mehetê ya Şêxanê hatin kuştin.
Adina rojê, polîsên Almanyayê Kerîm li Firokexaneya Nurnbergê girtin, piştî ku dayika wî gilî li ser wî tomar kir û ew bi kuştina hevjîn û keça xwe tohmetbar kir.
Dozgerê Giştî li Dadgeha Ansbachê Jonas Heinzlmaier ragihand ku wan di telefona destan a Kerîm de belgeyên bihêz dîtine, wekî wêne û vîdeoyên çekan û perwerdeya nîşangiriyê.
Li hemberî vê, Kerîm tohmet red kirine û parêzerê wî, Wolfgang Staudinger dibêje, Kerîm tenê ji bo navbeynkariyê vegeriyabû Kurdistanê.
Tê çaverêkirin ku dadgeh heta dawiya meha bê derbarê vê dosyeyê de biryarê bide.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse