کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Donald Trump / Wêne: Arşîv

Donald Trump / Wêne: Arşîv

Cîhan

Trump dan û standinên bi Îranê re betal kirin

RÛDAW

RÛDAW

25-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW25-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir
Cîhan18-11-2026

Nûnerê Îmaratê yê NYyê ji Rûdawê re got: Me ji bo Konferansa Avê ya Cîhanê bangî Îranê kir

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir
Cîhan18-11-2026

Chatham Houseyê li ser pêvajoya çareseriyê raporek belav kir

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev
Cîhan18-11-2026

Dîmenên dîrokî: Xi Jinping, Trump û Putin li Çînê hatin ba hev

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wî rê nedaye şandeya xwe ya dan û standinan da ku ji bo gera duyem a gotûbêjên bi Îranê re biçin Pakistanê.

Trump got, "Pêwîst nake 18 demjimêran bi firokeyê biçin ji bo ku li wê derê rûnin û behsa ti tiştî nekin."

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî ji Fox Newsê re eşkere kir ku nûnerên Amerîkayê yên ji bo dan û standinan Steve Witkoff û Jared Kushner êdî ji bo gotûbêjên bi Îranê re ber bi Pakistanê ve bi rê nakevin.

"Hemû kart li di destê me de ne"

Trump amaje bi wê yekê kir ku di vê aloziyê de "hemû kart di destê Amerîkayê de ne."

Li gorî Trump ji ber vê yekê hewce nake ku şandeya wî wê geşta dûr û dirêj bike.

Serokê Amerîkayê got, "Beriya demekê min ji şandeya xwe re got ku mijûlî amadekariyên çûnê bûn.

Min ji wan re got ji bo wê derê hûn 18 demjimêran geşt nakin. Hemû kart di destê me de ne."

Gotûbêjên bê sûd

Li gorî gotina Serokê Amerîkayê, Îranî dikarin di her demekê de ku bixwazin pêwendiyê bi Amerîkayê re deynin.

Lê wî diyar kir ku ew ne amade ye şandeya xwe bişîne ji bo gotûbêjekê ku bê sûd dibîne.

Trump her wiha got, "Hûn êdî 18 demjimêran geşt nakin ji bo ku li wê derê rûnin û behsa ti tiştî nekin."

Ebas Eraqçî çû Umanê

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî ku bi Serokwezîrê Pakistanê re civiya Îslamabad bi cih hişt û ber bi Umanê ve bi rê ket.

Ev biryara Trump piştî wê yekê tê ku gera yekem a dan û standinên li Pakistanê ji ber nakokiyên li ser pirsa nukleerê asê mabû.

Amerîkayê dorpêçeke deryayî ya tund daniye ser Îranê.

Li hemberî vê yekê, Tehran jî tekez dike heta ku dorpêç neyên rakirin ew venagerin ser maseya gotûbêjên rasterast.

Pirsên