Lêzan Xelef li Almanyayê di kişikê de bû yekemîn

1 demjimêr berê
Hêmin Ebdullah
Lêzan Xelef / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Lêzan Xelef / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Lêzan Xelef Kişik Almanya
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Lêzan Xelefê 8 salî yê ji Rojavayê Kurdistanê di pêşbirkeke kişikê de li ser asta wîlayeta Sakson-Anhaltî ya Almanyayê pileya yekem bi dest xist.

Lêzan Xelefê ku 3 sal in kişikê dilîze û li bajarê Magdeburgê dijî diyar kir ku rahênerê wî yê li dibistanê jêhatîbûna wî dîtiye.

Zarokê Kurd bi vê serkeftinê gelekî kêfxweş e û dixwaze xwe zêdetir bi pêş bixe da ku li ser asta tevahiya Almanyayê serkeftinên mezintir bi dest bixe.

"Dikare li hemberî lîstikvanên mezin bilîze"

Li gorî gotina Thomas Bundrockê rahênerê Lêzan, ew niha dikare li hemberî lîstikvanên mezin û bihêz jî bilîze.

Rahêner pêşbînî dike ku dê Lêzan serkeftinên mezintir bi dest bixe.

Li gorî Thomas Bundrock, sedema yekemtiya Lêzan ew e ku ew gelekî ji kişikê hez dike û wî bi xwe xwestiye bibe yekem.

Ji 3 saliya xwe ve dilîze

Dayîka Lêzan Manya Xelefê jî qala hezkirina kurê xwe kir.

Manya Xelefê destnîşan kir ku ji 3 saliya xwe ve eleqeyeke mezin a kurê wê ji bo kişikê hebûye û wê ev behre pê re dîtiye.

Piştî ku dayîka wî dîtiye Lêzan bi awayekî rast dilîze, wê ew li kulûbeke werzişî ya bajêr qeyd kiriye.

Malbata Lêzan sala 2015an ji Rojavayê Kurdistanê çûye Almanyayê û li bajarê Magdeburgê bi cih bûye.

Di matematîkê de jî serkeftî ye

Lêzan piştî yekemtiya xwe ya li eyaletê dê 26ê Gulanê beşdarî şampiyoniyeke din a kişikê bibe.

Ev zarokê Kurd ne tenê di kişikê de, di dersa matematîkê de jî serkeftî ye û dê beşdarî Olîmpiyata Matematîkê bibe.

Dayîka wî da zanîn ku ew li malê ji bo parastina zimanê xwe bi Kurdî diaxivin lê li derve û dibistanê jî bi Almanî diaxivin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst