Hewlêr (Rûdaw) - 8emîn Konferansa Navneteweyî ya Hesabdarî, Karsazî, Aborî û Polîtîkayê (ICABEP 2026) li Zanîngeha Szczecinê ya Polonyayê tê lidarxistin.
Konferans dê bi şêwazê "hybrid" be, ango hem beşdariya rasterast û hem jî ya serhêl (online) were lidarxistin.
Hevkariya zanîngehên navneteweyî
Di lidarxistina vê konferansê de, Zanîngeha Szczecinê bi dehan saziyên akademîk re hevkarî kiriye.
Di nav wan de Zanîngeha Selahedînê (Îraq), Zanîngeha Tishkê (Herêma Kurdistanê), Zanîngeha Maltayê, Zanîngeha Rojava ya Timișoarayê (Romanya), Zanîngeha Sofyayê (Bulgaristan), Zanîngeha Yarmukê (Urdun) û Zanîngeha Kobaniyê (Rojavayê Kurdistanê) hene.
Her wiha zanîngehên ji Polonya, Kosova, Îraq, Mexrib û Makedonyaya Bakur jî piştgiriya vê xebata zanistî dikin.
Armanca sereke ya konferansê ew e ku lêkoler, akademîsyen û pisporên qadê li hev kom bibin da ku zanîn, ezmûn û encamên lêkolînên xwe parve bikin.
Mijarên serekw û paşeroja aboriyê
Konferans dê li ser gelek mijarên giring ên sedsala 21ê raweste. Di nav wan mijaran de ev xalên sereke hene:
• Paşeroja derfetên kar di sedsala 21ê de.
• Hilberîn ji bo avakirina aştiyê û tevlîkirina civakê.
• Dijwariya jeopolîtîk a Rojhilata Navîn di sedsala 21ê de.
• Veguherîna dîjîtal û praktîkên domdar ên di warê fînans û bankayê de.
• Polîtîka û serkirdayetiya polîtîk di serdema hişê çêkirî (AI) de.
• Derfet û rîskên hişê çêkirî ji bo karsazan.
Hilberîna li Herêma Kurdistanê
Beşeke girîng a konferansê dê li ser rewşa aborî û hilberîna li Herêma Kurdistanê be.
Di vê çarçoveyê de dê li ser meylên nû yên aboriyê yên li Kurdistanê were rawestîn.
Her wiha derfet û astengiyên di warên geştyarî, çandinî û hilberînê yên li cîhan û Herêma Kurdistanê dê bi awayekî zanistî werin nirxandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse