Alman ji artêşa xwe bawer nakin

1 demjimêr berê
Nîşan Alman Artêş Bawerî Rapirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rapirsiyeke nû ya li Almanyayê nîşan dide ku baweriya piraniya welatiyan bi şiyanên parastinê yên artêşê nîne.

Li gorî encaman, ji sedî 72yê Almanan bawer nakin ku artêşa wan karibe welat biparêze.

Alman ji êrişên Rûsyayê natirsin

Rapirsiya ku ji bo rojnameya "Bild am Sonntag"ê hatiye kirin, eşkere kir ku gelê Almanyayê ji gefên Rûsyayê zêde natirse.

Divê were gotin Hikûmeta Almanyayê gefên Moskowayê "cidî" werdigire û di warê leşkerî û çekan de veberhênanên mezin dike.

Di rapirsiya saziya "Insa"yê ya ku 1005 kes beşdarî bûn de, nîvê beşdaran diyar kir ku ew ji êrişeke gengaz a Rûsyayê ne dilgiran in.

Li gorî encamên ku 24ê Gulanê hatine belavkirin, tirsa welatiyan zêdetir ji êrişên dîjîtal (sîber) heye.

Baweriya bi artêşê kêm e

Li gorî rapirsiyê, tenê ji sedî 17ê beşdaran bawer dikin ku artêşa Almanyayê dikare di dema êrişekê de welat biparêze.

Li hemberî vê, ji sedî 72yê welatiyan bi bersivên "belkî" yan "nexêr" guman û bêbaweriya xwe nîşan daye.

Encamên rapirsiyê nîşan didin ku Alman "kêmtir" ji "êrişên Rûsyayê" ditirsin.

Tenê ji sedî 38ê beşdaran di vî warî de "dilgiraniya" xwe anî zimên.

Ji bo ji sedî 50ê Almanan, êrişeke leşkerî ya Rûsyayê ne sedema dilgiraniyê ye.

Boris Pistorius: Divê Almanya ji bo şer amade be

Hikûmeta Federal a Almanyayê Moskowayê wekî "gefeke sereke" pênase dike.

Wezîrê Parastinê Boris Pistorius nîsana îsal ragihand ku divê artêşa Almanyayê xwe ji bo "şerekî parastinê" û "tirsandina" Rûsyayê amade bike.

Pistorius dixwaze ji bo vê armancê hejmara leşkeran zêde bike.

Di heman çarçoveyê de, hat ragihandin ku heta sala 2029an dê 10 milyar euro ji bo kel û pel û perwerdeya parastinê were xerckirin.

Beşeke mezin a van veberhênanan dê ji bo van mijaran be:

Dabînkirina amûrên herî nûjen ji bo tîmên hewarçûnê yên xwebexş, pergalên nûjen ên hişyarkirin û ragihandinê, bihêzkirina Saziya Alîkariya Teknîk (THW) a bi rêya navendên lojîstîk û her wiha baştirkirina dabînkirina ava vexwarinê û elektrîka awarte.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst