Almanya dê malbata Êzidî ya ku dersînor kiribû vegerîne

25-07-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Kurdên Êzidî Almanya Malbat Dersînorkirin Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Eyaleta Brandenburgê ya Almanyayê Rene Wilke ragihand ku ew dê Malbata Qasim a ku bi “şaşîtî” hatibû dersînorkirin dîsa vegerîne. 

Encûmena Penaberan a Brandenburgê jî dersînorkirina Malbata Qasîm wekî “skandal”ê bi nav kir û got, “Redkirina mafê penaberiyê yê malbateke ji komkujiyê reviyaye nayê fêmkirin.”

Hikûmeta Eyaleta Brandenburgê ya Almanyayê ragihand ku ew dê Malbata Qasim a Kurdên Êzidî ku roja sêşemê dersînorî Îraqê kiribû careke din vegerîne Almanyayê.

Rene Wilke îro daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku wî fermana vegerandina malbatê daye dezgehên pêwendîdar.

Malbata Qasim a ji pênc kesan pêk tê ku çar zarokên wan ên 5, 12, 15 û 17 salî hene û li bajarê Lychenê dijî.

Ew roja sêşemê 22yê Tîrmehê tevî 43 tawanbarên din ên Îraqî bi balafireke taybet dersînorî Bexdayê hatibûn kirin.

“Polîs bi şev bi ser me de girt”

Maatz Qasimê 12 salî, piştî ku gihiştibû Bexdayê, bi rêya vîdeoyekê ji medyaya Almanî re behsa awayê dersînorkirina malbata xwe kiribû:

“Em di xew de bûn, ji nişka ve ew hatin hundir û qîriyan, 'Polîs!' û em gelekî tirsiyan, me nizanîbû çi dibe. Wan got, 'Hûn dê werin dersînorkirin, kelûpelên xwe kom bikin'.”

 “Biryara dadgehê dereng gihîşt”

Wezîr Wilke diyar kir ku dersînorkirina Malbata Qasim ew “dilgiran” kiriye lê di heman demê de eşkere kir ku berpirsiyarên bicihhêner “ne sûcdar in.”

Li gorî gotina Wilke, biryara Dadgeha Îdarî ya Potsdamê ya ji bo rawestandina dersînorkirinê, piştî ku balafir gihiştiye Bexdayê, gihîştiye destê wan û ji ber wê “êdî bandora dezgehan nemabû.”

Li aliyê din, parêzera malbatê Karola Hagemannê, ev yek red kir û diyar kir ku wê bi xwe karmenda dezgeha dersînorkirinê agahdar kiriye ku dê biryareke wiha ji dadgehê derkeve.

Encumena Penaberan: Ev kiryar skandal e

Encumena Penaberan a Brandenburgê ev bûyer wekî “skandalekê” bi nav kir û got, “Nedîtina Komkujiya Êzidiyan a sala 2014an û redkirina mafê penaberiyê yê vê malbatê nayê fêmkirin.”

Encumenê da zanîn ku ev biryar li ser bingeha “ajandayeke tund a dersînorkirinê” hatiye dayîn.

Almanya siyaseta xwe ya koçberiyê tund dike

Ev bûyer di demekê de diqewime ku Hikûmeta Almanyayê siyaseta xwe ya li hemberî koçberan tundtir dike.

Wezîrê Karên Navxwe yê Almanyayê Alexander Dobrindt ragihandibû ku “êdî şiyana Almanyayê ya wergirtina koçberan nemaye.”

Malbata Qasim sala 2022yan ji ber êrişên DAIŞê ji Kurdistanê derketibû ji Almanyayê daxwaza mafê penaberiyê kiribû lê daxwaza malbatê nehatibû qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst