Navenda Nûçeyan - Amerîkayê di nava 3 mehan de plana avakirina hermên aram li Sûriyê amade dike û Rûsya jî dibêje, ew nehatiye agahdarkirin.
Berdevkê Kremlên Dimitri Peskov di konfranseke rojnamevanî de ragihand, ku Amerîka li ser avakirina herêma aram li Sûriyê pirs bi Rûsyayê nekiriye.
Dimitri Peskov got: “Hevalên me yên amerîkî pirs bi me nekirine.”
Peskov da xuyakirin: “Berî ku Amerîka hizir ji avakirina herêma ewle bike, pêwîst e ji encamên wê bifikire.”
Peskov hêvî kir, siyaseta Amerîkayê rewşa koçberan li herêmê dijwartir neke û tekez kir, ew dê vê pirsê bişopînin.
Roja çarşemê Serokê Amerîka Donald Trump ji her du wezaretên derve û berevanî yên Amerîkayê daxwaz kir, di nava 90 rojan de planekê bo avakirina herêmek yan çend herêmên ewle li Sûriyê amade bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse