Li Senatoya Fransayê pîrozbahiya Newrozê: Madalyaya rûmetê dan fermandarên YPGê

26-03-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Senatoya Fransayê YPG YPJ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wek Amerîka û Brîtanyayê îsal Senatoya Fransayê jî resepsiyona Newrozê hat lidarxistin û tê de madalyaya rûmetê dan fermandarên YPGê.

Di resepsiyona ku gelek kesayet û hunermendên Kurd hatibûn vexwendin senator û siyasetmedarên Fransî jî beşdar bûn.

Di nav mêvanên resepsiyona Newrozê de yên ku hatibûn vexwendin de fermandarên YPG û YPJê jî hebûn.

Di resepsiyona ku ji aliyê Yekîtiya Karsazên Kurd-Fransî (UEFK) ve hate organîzekirin de, madalyaya rûmetê bo berdevka Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rûksan Mihemed û Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd hatin dayîn.

Li aliyê din şandeke serbazî û dîplomasî ji YPG, YPJ û Rêveberiya Xweser li Parîsê serdana Encûmena Pîran (Senatoya) Fransayê kirin û bi Cîgirê serokê Senatoya a Fransayê Pierre Laurent re civiyan.

Şanda Rêveberiya Xweser ji Hevserokê Darîeya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Ewropayê Ebdulkerîm Omer, berdevka YPJê Rûksan Mihemed, berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd û nûnerê Rêveberiya Xweser ê Fransayê Xalid Îsa pêk hat.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Xweser di civînê de nebûna çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re ku ev 12 sal in berdewam dike, hatiye gotûbêjkirin. Li aliyê din astengiyên siyasî, aborî û ewlekarî yên li pêşiya Rêveberiya Xweser û êrîşên dewleta Tirk jî hatin nîqaşkirin.

Di beşekedin a daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di civînê de şehîdkirina 4 Kurd ên ku dixwestin Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê pîroz bikin, sûcên revandin, kuştin û guhertina demografîk ku li herêmên dagirkirî bûne rojeva rojane, hatina nîqaşkirin. Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku divê Fransa û civaka navneteweyî di derbarê van mijaran de berpirsyariyên xwe bi cih bînin.

Li aliyê din Pierre Laurent diyar kir ku fedakariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi nirx e. Herwiha Pierre Laurent ji malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane û şehîdên Cindirêsê sersaxî xwest.

Pierre Laurent herwiha da zanîn ku Fransa dê berdewam be li ser piştgirîkirina Rêveberiya Xweser û hevkariya xwe ji bo rawestana li dijî terorê û dîtina çareseriyeke demokratîk ji kirîza Sûriyê re zêdetir bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst