New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) bi biryareke dîrokî, koletiya çermreşan a ku bi sedsalan berdewam kiribû, wekî “tawana herî mezin a li dijî mirovahiyê” nas kir.
Ji bo vê biryarê doh (26.03.2026) li Neteweyên Yekbûyî dengdanek hat kirin.
Ji 193 welatên ku mafê wan ê dengdanê heye, tenê sê welatan dengê “na” bi kar anî.
Amerîka, Îsraîl û Arjentîn li dijî biryarê bûn
Amerîka, Îsraîl û Arjentîn di eniya dijberan de cih girt. Zêdetirî 50 welatî di dengdanê de bêalî man ku piraniya wan welatên Ewropayê bûn.
Amerîkayê ji bo dijberiya xwe çend hincet nîşan dan.
Nûnerê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Dan Negrea eşkere kir ku ew bi tundî li dijî vê yekê ne ku "xeletiyên dîrokî" wekî amûreke zextê werin bikaranîn.
Negrea diyar kir ku ew naxwazin ev xeletî ji bo dabeşkirina çavkaniyên îroyîn ji bo kes û neteweyên ku pêwendiya wan a dûr bi qurbanên dîrokî re heye bên bikaranîn.
Negrea her wiha anî zimên ku Amerîka li dijî “rêzbendî û piledayîna” tawanên li dijî mirovahiyê ye.
Bersiva Ganayê
Gana welatê ku serperiştiya vê projeyê dikir bû. Wezîrê Karên Derve yê Ganayê piştî biryarê bersiv da rexneyan.
Pirsên ewil ên di konferansê de ji aliyê Rûdawê ve hatin kirin û me ji nûnerê Ganayê pirsî:
"Yek ji welatên diyar ku dengê 'na' da Amerîka bû, gelo ev dengdan ji bo we nebû sedema dilşikestinê? Her wiha tu li ser wan 50 welatên ku bêalî man çi dibêjî?"
Wezîrê Karên Derve yê Ganayê Samuel Okudzeto Ablakwa ji Rûdawê re got:
"Mijarên li ser pilebendiyê, dema dan û standinan an daxwaza ji bo derfetên zêdetir ên dan û standinan tenê hincetên nepen in.
Ew dixwazin ji mijara sereke dûr bikevin. Ev ne nîşana niyetpakiyê ye."
15 milyon kole
Rûsya û Çînê ji bo biryarê dengê “erê” da. Ev biryar zêdetir sembolîk e û welatan neçar nake ku qerebûyê (tezmînat) bidin welatên Afrîkayê.
Lê belê welatên Afrîkayê bawer dikin ku koletiya sedsalên borî sedema sereke ya xizaniya wan a îro ye.
Li gorî amaran, di navbera salên 1500 û 1800î de, 12-15 milyon mirovên çermreş ji Afrîkayê hatin veguhastin û li parzemînên Amerîkayê koletî bi wan hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse